Parlamenter Şahzade Demîr: Divê rejîma îşxalker bi hêzeke rastîn li ser erdê were rawestandin
Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist. Demîr di daxuyanîyê de derheqê meseleyên nav welat û derveyê welat de nirxandina partîya xwe parve kir.
Demîr derheqê berfirehkirina îşxalê û îxlalkirina agirbestê ya ji teref rejima îşxalker de axivî û çend nirxandinan kir.
"Divê ji bo bidawîkirina dagirkeriya li ser Filistînê tavilê gavên berbiçav werin avêtin"
Demîr, bal kişand ser wê yekê ku rejîma terorîst a sîyonîst ne tenê li Xezzeyê, lê li seranserê axa Filistînê bi bêwijdanî dagirkerî û qetlîamên xwe didomîne û got, "Li gorî daneyên Komîsyona Berxwedana Dîwar û Wargehên Filistînê, heta niha li dora 45 wargehan herêmên tampon hatine çêkirin. Bi van pêkanînan, bi hezaran donim erdê Filistînê hatiye desteserkirin, ku bi tevahî rê li ber gihîştina gelê Filistînê bo milkên xwe digire. Ev kiryara desteserkirinê ne înîsiyatîfa tenê ya çend kesên rastgir ên tundrew e. Ew gav bi gav pêkanîna sîyaseta sîyonîst e ku armanc dike ku bi tevahî axa Filistînê îşxal bike û herêmê Cihû bike."
"Divê rejîma îşxalker bi hêzeke rastîn li ser erdê were rawestandin"
Demîr tekez kir ku peyamên şermezarkirinê û daxuyaniyên ku ti encam nadin ti tesîrê li ser nakin û xwest ku "ji bo garantîkirina ewlehîya gelê Filistînê û parastina erd û mafên milkê wan gavên tavilê û biryardar werin avêtin. Di vî warî de, divê mekanîzmayeke garantiya leşkerî bi lezgînî di bin serokatiya welatên herêmî de, nemaze welatên cîran ên wekî Urdun û Misrê were damezrandin; û divê rejîma îşxalker bi hêza rastîn a li ser erdê were rawestandin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.