Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Armanca Konvoya Filistînê şikandina dorpêça li ser Xezzeyê bû
Endamê Meclîsa HUDA PARê Faruk Dînç diyar kir, " Armanca wan ew bû ku ji wir biçin Urdunê, û ji Urdunê biçin Şerîaya Rojava, û ya herî girîng jî, dorpêça li ser Xezzeyê bişkînin."
Serokê Polîtîkayên Ciwanan ê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li dar xist de, bal li ser komkujiyên ku li Xezzeyê berdewam dikin kişand û piştgiriya xwe ji bo xebatên Konvoya Filistînê anî ziman.
Dînç diyar kir ku tevî agirbestê jî li Xezzeyê qetlîam berdewam dike û bi bîr xist ku tenê di rojekê de 19 kesên bêguneh hatine kuştin.
Dînç diyar kir ku konvoya Filistînê ji bo hişyarkirina li ser mezlûmên li Xezzeyê û ji bo ku Filistîn di rojevê de bimîne, ji Bosnayê derket rê û ji Tirkîyeyê derbas bû û diyar kir ku konvoy piştî ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bû, bi rojan e di germahiyên bilind de li bendê selinî.
Dînç got, "Armanca wan ew bû ku ji wir biçin Urdunê, û ji Urdunê biçin Şerîaya Rojava, û ya herî girîng jî, dorpêça li ser Xezzeyê bişkînin û qîrîna bindestên li wir bigihînin cîhanê, û qirkirina sîyonîst rawestînin. Bi awayekî, van çalakvanan, ku guh dan dengê wijdanê xwe û ketin ser vê rêyê, bi tenê bi mirovahî û dilovaniyê re eleqedar bûn. Ji ber vê yekê, ez spasiya her bira û xwişka çalakvan dikim ku beşdarî Konvoya Filistînê bûn, ez ji dil û can silav li wan dikim, û her weha ez silav û rêzên xwe ji her kesê ku dengê xwe li dijî vê qirkirina li Xezzeyê bilind kir re dişînim." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.