Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç di Meclîsê de Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç di Meclîsê de Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, 101emîn salvegera şehadeta Şêx Seîd Efendî di Meclîsê de bi bîr anît.

Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç di axaftina xwe ya li Meclîsê de weha got, "Di salvegera şehadeta wan de, ez Şêx Seîd Efendî û hemû hevalên wî bi rehmetê bi bîr tînim."

Dînç diyar kir ku Şêx Seîd alimekî mezin ê Îslamê, rêberê manewî yê bêkêmahî û rêberekî girîng bû ku ji bo bawerî, nasname û nirxên gelê xwe şer kir û dûre weha got, "Şêx Seîd, ku di kevneşopiya manewî ya Mewlana Xalid-i Şehrezorî de mezin bû, li dijî zilm û neheqiyê sekinî; li dijî îşxala Rûsyayê şer kir. Şêx Seîd û hevalên wî yên ku ji teref Mehkemeyên Îstiqlalê ve hatin îdamkirin, tevî salên dirêj jî di bîra gel de dijîn."

Faruk Dînç diyar kir ku divê kampanyayên heqaret û îftirayê yên li dijî Şêx Seîd û hevalên wî bi dawî bibin û got, "Divê ji bo neheqîyên ku hatine kirin lêborînek fermî bê xwestin û cihên definkirina wan bên eşkerekirin. Ev gav ew ê ji bo xurtkirina biratiya Kurd-Tirk bibin alîkar. Di salvegera şehadeta wan de, ez Şêx Seîd Efendî, Şêx Abdullahê Melekanî, Şêx Şerîfê Palû, Salih Begê Xanî, Seyîd Ebdulqadir Efendî û hemî hevalên wan bi rehmetê bi bîr tînim." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.