Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr li Şirnexê têkiliyên xwe didomîne
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Serokê Karûbarên Sîyasî û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr serdanên xwe yên li Şirnexê ku ji bo rêze hevdîtinan hatibû wir didomîne.
Di çarçoveya vê serdanê de, Demîr serdana navçeya Güçlukonak kir, li wir bi qeymeqam û şaredar re civiya û serdana dikandar û welatiyan kir da ku guh bide pirsgirêk û daxwazên wan.
Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr li Şirnexê navçeya Guçlukonakê ziyaret kir û li pirsgirêk û derdên dikandaran guhdarî kir.
Demîr di serdana xwe de bi Qeymeqamê Guçlûkonakê Semîh Memiş û Şaredar Selahattîn Aktûg re jî hevdîtin pêk anî.
Demir di serdanên xwe de li ser zehmetiyên ku karsaziyên herêmî pê re rû bi rû dimînin agahdar bû û girîngiya nêzîkbûna bi gel re û guhdarîkirina pirsgirêkên wan ji destpêkê ve tekez kir. Demir û lijneya pê re her wiha rêze serdanên gundên girêdayî navenda navçeyê kirin, bi muxtarên gundan û serokên civakê re civiyan.
Demîr û lijneya pê re li gundê Kayaboyunê bi muxtar û gundiyan re civiyan û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Demîr diyar kir ku HUDA PAR ew ê li qadê çalak be.
Di ziyaretan de bi Demir re Endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Nasuh Sevinik, Serokê HUDA PARê yê Şirnexê Emcet Yalçin, Serokê Navçeya Hezexê Asım Ozalp, Serokê Navçeya Cizîrê Reşît Gözüngül û endamên partiyê jî hebûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.