Parlementerê HÜDA PARê Şahzade Demir li Silopiyayê bi welatiyan re hat bal hev

Parlementerê HÜDA PARê Şahzade Demir li Silopiyayê bi welatiyan re hat bal hev

Milletwekîlê HÜDA PARê û Serokê Karên Siyasî Şahzade Demir, ê ku ji bo hinek hevdîtinan li Şirnexê bû, li Silopiyayê bi welatiyan re hat bal hev.

Şahzade Demir ê ku Serokê Karên Siyasî yê HÜDA PARê û Milletwekîlê Dîlokê ye û hatibû Şirnexê, hinek serdan pêk anîn.

Demir ê ku dest bi serdanên navçeyan kir, li teşbîlata (rêxistina) navçeyê bi welatiyan re hat bal hev û yek bi yek bi wan re eleqedar bû. Paşê Demir û şandeya (heyet) pê re, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên xelkê li cîhê wê, li gundewarên Silopiyayê serdana welatiyan a li malên wan kir û derbarê pirsgirêkan de agahî girtin.

Vekîl Demir û şandeya pê re ku nimêja Înê li gundê Aktepeyê tevî welatiyan kirin, li gundê Aktepeyê bi xelkê re hatin bal hev. Demir û şandeya xwe ku dawî li hevdîtinên xwe yên li Silopiyayê anîn, li bajaroka Kumçatiyê serdana welatiyên nexweş kirin û daxwaza derbasbûnê ji wan re xwestin.

Di serdanên wî de; Serokê Bajêr Emcet Yalçın, Serokê Navçeya Silopiyayê Salih Gök, Serokê Navçeya Cizîrê Reşit Gözüngül, Serokê Navçeya Navendî Ramazan Genç, Serokê Baskê Ciwanan ê Bajêr Yusuf Kızılkaya û şandeya partiyê ligel Demir bûn (pê re bûn).

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.