Partiya Muslumanên Moroyê

Partiya Muslumanên Moroyê

Cepheya rızgarıya îslamî ya moroyê lı fîlîpînê bı peymana dı meha adarê de, xweserıya cepheya rızgarıya îslamî ya moroyê hatıbû naskırın. cepha îslamî hewl dıde ku jı bo hılbıjartınan partîyê ava bıke.

Cepheya Rizgariya Îslamî ya Moroyê ku di meha Adarê de bi peymanê xweseriya xwe bi dest xistibû, li Fîlîpînê grûba Îslamî ya herî mezin e.

Cepheya Îslamî hewl dide ku ji bo hilbijartinan partiyekê ava bike. Berî niha grûba Îslamî beyan kiribû ku ji bo mijarê fikrên endamên xwe hildane.

Piştî hevdîtinên ku ev demeke dirêj bû di navbera Berxwedana Moro û dewleta Fîlîpînê de dihatin kirin, di 27ê Adara 2014an de peyman hatibû îmzekirin.

Cepheya Îslamî pey ku xweseriya xwe bi dest xist, dest bi avakirina partiya siyasî, fealiyetên perwerde û îmarê kir. Îdarevanên cepheyê di vî warî de ji welatên mislumanan alîkarî xwestin. Nexasim di warê perwerdeyê de materyal û hêza însan dixwazin.

Wê di rojên pêş de Qanûna Esasî ya Bangsamoroyê jî ji bo tesdîqê biçe hikûmeta merkezî ya Filipînê.

Moro li başûrê Fîlîpînê ye û nêzî 12 hezar çekdarên Cepheya Rizgariya Îslamî hene. Ji 1970 û vir ve nêzî 150 hezar kes di pevçûnan de can dane.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.