Partiya Se’adetê Teklîfa Metrobusa Pembe Kir

Partiya Se’adetê Teklîfa Metrobusa Pembe Kir

Partiya Se’adetê, bi sebeb ‘elaqa ji metrobusan re û zêdebûna te’cîza li pîrekan di metrobus û wasîteyan de, teklîfa metrobusên ku bi tenê pîrekan bikşîne kir.

Serekatiya Bajarê Stenbol a Partiya Se’adetê, teklîfa kirîna metrobusên bi tenê pîrekan bibin û bînin li Belediya Stenbolê kir.

Serekê Serekatiya Partiya Se’adetê a Stenbolê Esmereren diqqatê kişande ser te’cîzên di wasîteyan giştî de li pîrekan têne kirin. Li gor teklîfa Esmereren dê serê sê an jî çar metrobusî metrobuseke xisûsê bi pîreka derbas bibe.

Esmereren bi vî awayî xeberda: "Pirsgirêkên pîrekên Stenbolê yên ku metrobusê tercîh dikin, carna dibin sebebê minaqeşeyên ne xweş. Di van wasîteyan de carna hinek kesên bê exlaq li hember zerafet û rûmeta pîrekan hereketên neqenc û te’cîzan dikin.

Ji bo êdî ev pirsgirêk neyên dîtin, em teklîf dikin ku pey du sê metrobusî metrobusekî Pembe ji bo pîreka bi tenê rabe. Pîrekên bixwazin bila di van metrobusan de seyehet bikin. Emê vê xisûsê bibin meclîsa Belediya Bajarê Stenbolê.” (Muhammed Sebatî / Bangaheq)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.