PDK: Terorîst hevpeymanên hevpeymana PYDê ne
Çavkaniyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye belavkirin, got “Ev çend rojin berpirs û ragihandinên ser bi PYDê ve derewan li dijî PDKê belav dikin û dibêjin ku PDKê xendeqan li ser sînorê Rojava dikole”.
Çavkaniyeke rojnamevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew xendeq ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê tê kolandin.
Çavkaniyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye belavkirin, got “Ev çend rojin berpirs û ragihandinên ser bi PYDê ve derewan li dijî PDKê belav dikin û dibêjin ku PDKê xendeqan li ser sînorê Rojava dikole”.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “PDKê ti têkiliyeke wê bi wan tedbîrên ewlekariyê yên li ser sînor ve tine ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên leşkerî û ewlekariyê yên hikûmetê biryar didin bê çawa Herêma Kurdistanê û sînorên xwe ji gefa terorîst û qaçaxçiyan biparêzin”.
Çavkaniya rojnamevaniya PDKê herwiha got “PYDê û siyasetên wê bûne pirsgirêk ji bo gelê Kurd li Rojava û bi fermana neyarên Kurdan her roj axaftinên bê bingeh rastî PDKê dikin û dixwazin di rêya wê re şikestina reftar û siyaseta xwe li Rojava veşêrin”.
Çavkaniyê diyar kir ku “PYDê hevpeymaniyek ligel neyarên Kurdistanê girê daye û di berjewendiya rejîmê de şer li ser gelê Kurd sepand”.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku “Deriyê Sêmalka bi awayekî fermî hatiye vekirin, lê bi dirêjahiya 17 km sînor valaye û terorîst ku hevpeymanên hevpeymana PYDê ne bi hêsanî dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ziyanê bigihînin asayişa herêmê”.
Her derbarê xendeqê de ku PYDê dibêje “armanca wê pereçkirin e” û ev çend rojên jî alîgirên wê xwepêşandanan li ser sînor dikin, çavkaniya rojnamevaniya PDKê tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek baş dizane çawa sînorên xwe biparêze û ji bo vê yekê jî destûr û moletê ji kesî naxwaze”.
Di dawiya daxuyaniyê de, ew çavkaniya rojnamevaniya PDKê dipirse “Eger mebesta PYDê ne qaçaxçîtî yan hêsankarî ji bo terorîstan be, ji ber çi di rêya yasayî û resmî re ku Sêmalka ye hatin û çûnê nakin?”.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.