PDK’ê bersiva PYD’ê da

PDK’ê bersiva PYD’ê da

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di beyannameyekê de bi tundî kampanya reşkirinê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve şermezer kir.

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di beyannameyekê de bi tundî kampanya reşkirinê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve şermezer kir û got: ‘’Divê PYD dest ji siyaseta xweferzkirinê berde.’‘

Di beyannameya PDK’ê de wiha tê gotin: ‘’PYD li ser asta navxwe siyaseteke takrewî-yekalî û xweferzkirin peyrew dike, li ser asta Sûriyê û sengerbendiya herêmê jî, Rojava tevlî siyaseteke bêqidoş, nezok û tevlîhev kiriye ku ji xeynî metirsî û paşerojeke nediyar tiştekî din ji bo Kurdan jê berhem nayê. Loma divê PYD dest ji vê siyaseta yekalî û xweferzkirinê berde, ku bi hemû pîvanekê zerareke mezin dighîne berjewendiyên Rojavayê Kurdistanê.’‘

Beyannameya PDK’ê wiha berdewam dike: ‘’Em wek PDK’ê heta dawiyê hevsoziya xwe ligel xwîşk û birayên Rojava û têkoşerên Partiya Demokrata Kurdistanê-Suriyê radighînin. Bi tundî jî wê şepola girtina bikom dikin ku ji aliyê PYD’ê ve li beramberî wan tê kirin.. Em careke din tekez dikin ku berjewendiya Rojavayê Kurdistanê di bihevre karkirina hemû aliyan de ye û divê ev takrewî û xweferzkirin bi dawî bibe.’‘

Herwiha tê tekez kirin ku divê PYD dest ji siyaseta xweferzkirinê berde û wiha tê gotin: ‘’Pêwiste PYD dest ji siyaseta yekalî berde ku zerarê dighîne berjewendiyên Rojavayê Kurdistanê. Divê PYD bibe bersiva îradeya Kurdên Rojava ku bi ser hizib, fikr û nerînên cuda de dabeş bûne û hemû jî xelkê resen ên wî parçeyê Kurdistanê ne, herwiha mafê hîç hêzekê nîne azadiya têkoşanê û karê siyasî li wan qedexe bike.’‘

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.