Penîr li dijî germahiya havînê radestî sarincan bûn
Pênîrên gundî û yên tulumê ku di germahiya havînê de xetereya xerabûnê li ser wan heye, di depoyên hewaya sar (sarincan) de tên parastin; bi vê yekê hem tên parastin hem jî digihêjin û dibin xwedî xweşiyeke çêtir.
Pênîrên tulumê yên ku li gundên Êlihê (Batmanê) bi rêbazên kevneşopî tên berhemankirin, ji ber germahiya bilind a hewayê ku di mehên havînê de bandora xwe zêde dike, ji bo ku xerab nebin di depoyên hewaya sar de tên parastin.
Pênîrên ku ji meha gulênê û pê de tên anîn depoyan, heta meha çiriya paşîn di hawirdora sar de tên parastin û di vê pêvajoyê de ji kontrol û lênêrîna birêkûpêk derbas dibin. Di depoyan de ziwabûna pênîran û sûravka di navberên diyarkirî de tê kontrolkirin, di rewşa pêdiviyê de jî ava wan tê zêdekirin.
Bi vê yekê hem rê li ber xerabûna berhemê tê girtin hem jî piştgirî dide pêvajoya gihîştina siruştî ya penêr. Pênîrên tulumê yên ku bi mehan bo bêhnvedanê tên hiştin, qewamê xwe digirin û digehêjin çêj û aromayeke dewlemendtir. Welatî diyar dikin ku berê ji bo parastina pênîran ji hewaya germ neçar diman ku wan bixin bin erdê, lê evro depoyên hewaya sar hem ji bo parastina ewledar hem jî ji bo gihîştina bi-kalîte hêsantariyeke girîng peyda dikin.
Rêveberê depoya hewaya sar Abdülhalim Çağlayan û welatiyê bi navê Şemdin Koşar ê ku pênîrê xwe radestî depoyê kiriye jî destnîşan kirin ku ev sepan ji bo berhemênan derfeteke ewledar a parastinê pêşkêş dike û çêja pênîrên ku bo demeke dirêj tên hiştin bi awayekî berbiçav zêde dibe.

Abdülhalim Çağlayan
Rêveberê depoya hewaya sar Abdülhalim Çağlayan ku anî ziman ew ji meha gulanê û pê de dest bi wergirtina penîr dikin, got:
"Ji meha 5an û pê de pênîr ji gundan tînin depoyê, em jî li vir diparêzin. Ji meha gulênê heta meha 11an em penîr werdigirin. Em ziwabûn û ava pênîran kontrol dikin. Em bi awayekî birêkûpêk paqijî û lênêrînê dikin. Penîrên nû û taze tînin. Em jî li vir lênêrîna wan dikin. Em du mehan carekê lênêrînê dikin. Em ava penîran kontrol dikin. Heke kêm be, em avê li ser zêde dikin. Em ti tiştekî din nakin. Ji bo pênîrên wan xerab nebin tînin. Ji ber ku derve germ e, heke pênîr neyê parastin sê rojan jî li ber xwe nade, xerab dibe. Ji ber vê yekê tînin depoyê."

Çağlayan ê ku diyar kir berê ev derfet tune bûn, van îfadeyan bi kar anî:
"Berê bi vê awayî depo û derfet tune bûn. Lê niha mirov pênîrên xwe tînin depoyê. Bêhn vedide, tehma wî xweştir dibe. Çiqas demeke dirêj bimîne tehma wî jî ewqas zêde dibe. Heta meha 8an û 9an pênîrê taze tê. Ji meha 11an û pê de dest bi birinê dikin û heta meha 12an jî berdewam dike. Bihayên me baş in. Tulumên mezin ên nêzîkî bîst û pênc kîloyî di navbera şeş sed û pêncî û heft sed lîreyî de werdigirin. Tulumên biçûk jî di navbera sê sed û pêncî û çar sed lîreyî de ne. Her wiha ji bo depokirinê heqê kirê jî tê girtin."

"Pênîrê ku tê depoyê xerab nabe"
Çağlayan ê ku bal kişand ser girîngiya depoyên hewaya sar, axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Pênîrên ku ji gundan tên heke nexin depoyên hewaya sar, di hewaya germ de xerab dibin. Ji ber vê yekê mecbûrî tînin depoyê. Em jî li vir lênêrîna wî dikin û ava wî temam dikin. Bi vê yekê em rê li ber xerabûna wî digirin. Bi îzna Xwedê piştî ku hat depoyê xerabbûn çênabe. Em li vir fîşê dibirin. Kesê ku fîşa xwe tîne, pênîrê xwe digire. Fîş wenda bûbe jî tomarên me yên navan hene. Em li nav dinêrin û teslîm dikin. Her kes dikare bîne. Hinek tulumekî tînin, hinek jî 10 an 15 tuluman tînin. Her kes li gorî hewcedariya xwe tîne. Gelek şukûr ti pirsgirêkeke me ya girîng tune ye. Hin pênîr nerm dibin ji ber ku bi tazeyî dixin tuluman. Em jî li vir ziwa dikin û qewamê wî serast dikin. Çi ji destê me tê em lênêrînê dikin."

Şemdin Koşar
"Me pênîrê xwe yê taze anî û radest kir"
Welatiyê bi navê Şemdin Koşar ê ku pênîrê xwe radestî depoya hewaya sar kiriye jî got:
"Me di meha nîsanê de pênîrê xwe yê taze anî û radestî depoya hewaya sar kir. Berê ji bo ku em pênîrên xwe yên taze biparêzin, me dixist bin erdê. Nexwe ji ber germê dê xerab bibûya. Ji ber ku di mehên havînê de hewa zehf germ bû, me nedikarî pênîrên xwe biparêzin. Di destpêka sezonê de me pênîrê xwe yê çêlek û pez anî vir û dê heta meha 11an li vir bimîne. Piştî meha 11an em bi fîşa ku me ji vir girtiye re tên û pênîrê xwe digirin. Heta wê demê pênîrê ku bêhn dide, tehma wî gelekî çêtir û xweştir dibe."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.