Perwerdekar ji şewitandinên mekteban re bertek nîşan dan
Hînker ji ber pevçûnên ku li heremê pêk tên destnîşan kirin ji xwe perdehîyeke bi sihhet nikare bê kirin û di ser de jî mekteb tên şewitandin.
Hînker ji ber pevçûnên ku li heremê pêk tên destnîşan kirin ji xwe perdehîyeke bi sihhet nikare bê kirin û di ser de jî mekteb tên şewitandin ku hiqûqeke şer jî heye.
Di derbarê perwerdehîyê û şewitandina mekteban de Serokê Îqra-Derê Murat Arslan destnîşan kir ji ber ku pevçûn berdewam dikin perwerdehîyeke bi sihhet nikare bê kirin.Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê hedef standina sazîyên perwerdehîyê kêrî kî tê were pirskirin.
Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji pevçûn û şeran herî zêde perwerdehî zirarê dibîne û wiha pêde çû: “Pevçûna ku di navbera dewlet û PKKê de pêk tê mîna dorhêla şer e. Tesîra siyasî û civakî yên dorhêla şer gelek in. Perwerdehî jî ji vê şerê ku pêk tê bi şikleke neyînî tesîrdar dibe ku ji vê re mînaka baş îmtîhana TEOGê ye.Xwendavênên rojavayê welêt di wextê wê de mijarên xwe qedandin û têketin îmtîhana xwe, lê belê xwendavanên rojhilat ji ber pevçûnan dereng dest bi perwerdehîyê kirin û mijarên xwe neqedandin.Bi vî awayî têketin îmtîhanê û bi ser neketin.”
“ Ji teref PKKyîyan ve zirar li mekteban tê dayîn”
Arslan destnîşan kir divê şewitandina mekteban werin lêpirsîn û wiha pêde çû: “Em dibînin ku di van demen dawî de mekteb tên şewitandin. Nexasim ji teref PKKyîyan ve zirar li mekteban tên dayîn. Divê pirsiyarîya vî tiştî bê kirin.Di navbera du rexan pevçûn derdikevin û ji van mekteb zirarê dibînin. Berî niha jî camî hatibûn hedef standin û Camîya Kurşunlu hatibû şewitandin. Divê pirsa gelo çima nayê xwestin zarok biçin mektebê were kirin. Dema ku em van pevçûnên ku bi polêsan re pêk tên dinêrin em dibînin ku yên ku bi polêsan re pev diçin exlebe ji zarok û ciwanan pêk tên.”
Arslan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew hêvî dikin ev pêvajoya pevçûnê demildest bi dawî bibe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hiqûqekî şerî jî heye. Di dema şer de divê îbadetxanê, mekanên pîroz, cihên dîrokî û sazîyên mektebê neyên hedef standin.”
Her weke ku tê zanîn li Diyarbekirê mektebên bi navê Yavuz Selîm,Suleyman Nazîf, Vehbî Koç bi molotofan hatibûn şewitandin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.