Perwerdekarê Alîkariya Yekem Ömer Pekince: Destwerdana rast dikare jiyana mirovekî rizgar bike

Perwerdekarê Alîkariya Yekem Ömer Pekince: Destwerdana rast dikare jiyana mirovekî rizgar bike

Perwerdekarê Alîkariya Yekem Ömer Pekince diyar kir ku di rewşên lezgîn de destwerdana rast a alîkariya yekem ku heta ekîbên tenduristiyê digehêjin cihê bûyerê bête kirin giringiyeke jiyanî hildigire.

Perwerdekarê Alîkariya Yekem Ömer Pekince derbarê giringiya alîkariya yekem, di kîjan rewşan de divê bête sepandin û zêdekirina hişmendiya alîkariya yekem a di civakê de ji nûçegihanê İLKHAyê re nirxandin kirin.

Pekince ê ku diyar kir alîkariya yekem di rewşên lezgîn de rolekî jiyanî digire ser xwe, îfade kir ku alîkariya yekem destwerdana bingehîn e ku heta ekîbên tenduristiyê digehêjin cihê bûyerê bi derfetên heyî tê kirin..

Pekince got: "Alîkariya yekem; di her rewşeke lezgîn, qeza, birîndarbûn an jî pirsgirêke tenduristiyê ya ku ji nîşkê ve derdikeve holê de, heta ku ekîbên tenduristiyê yên lezgîn digehêjin cihê bûyerê, destwerdana yekem a bingehîn e ku bi bikaranîna derfetên heyî tê kirin."

Ömer Pekince

“Ji bo ku mirov destwerdaneke rast bike, zanîna bingehîn a alîkariya yekem merc e”

Pekince ê ku diyar kir mirov di hawirdoreke civakî de dijîn û dibe ku her kes di her kêliyê de rastî rewşeke lezgîn bêt, bal kişand ser giringiya destwerdana rast a di rewşên wusa de.

Pekince van îfadeyan bi kar anî: "Alîkariya yekem ji bo me giringiyeke jiyanî hildigire. Mirovhildan hebûneke civakî ye û di nav hawirdoreke civakî de dijî. Çî em bixwe bin, çî jî diya me, bavê me, birayê me an jî mirovekî ku em tew nas nakin bêt, dibe ku rastî rewşeke lezgîn bêt û dibe ku ji me re lazim bêt em destwerdanê li vê bûyerê bikin. Ji bo ku em karibin destwerdaneke rast bikin jî, xwedîbûna zanîna bingehîn a alîkariya yekem merc e. Yan na, dibe ku ew kesên ku em ji wan hez dikin an jî yên din li ber çavên me jiyana xwe ji dest bidin."

“Di rewşên lezgîn de dibe ku gihîştina ambûlansê ya bo cihê bûyerê hinek wext bixwe”

Pekince ê ku diyar kir di rewşên lezgîn de gihîştina ekîbên tenduristiyê ya bo cihê bûyerê dibe ku wext bixwe, got ku destwerdana alîkariya yekem a di vê maweyê de ji bo li ser piyan man û jiyana kesê dikare krîtîk bêt.

Pekince wiha axivî: "Di rewşên lezgîn de dibe ku gihîştina ambûlansê ya bo cihê bûyerê hinek wext bixwe. Di vê maweyê de destwerdana li nexweş berpirsyariya me ye. Dema ku destwerdan neyê kirin, dibe ku kes jiyana xwe ji dest bide an jî pirsgirêkên jiyanî yên wî heta wextekî dirêj berdewam bikin. Ji ber wê yekê zanîna destwerdana alîkariya yekem gelekî giring e."

“Piştgiriya jiyanî ya bingehîn a ku ji nexweşekî dilê wî sekinî re tê kirin dikare jiyanê rizgar bike”

Pekince ê ku îfade kir di gelek rewşan de dibe ku hewcedarî bi alîkariya yekem bêt, wiha berdewam kir:

"Dibe ku ji me re lazim bêt em di xetimîna rêya hewayê û bûyerên bifetisînê, sekinîna dil, qezayên trafîkê, bûyerên ketina ji cihên bilind an jî şewatan de destwerdanê li nexweş bikin. Ji bo nimûne, piştgiriya jiyanî ya bingehîn a ku li cihê bûyerê ji nexweşekî dilê wî sekinî re tê kirin dikare jiyana wî kesî rizgar bike. Dema ku ev destwerdan neyê kirin dê nexweş jiyana xwe ji dest bide. Ji ber van hemû sedeman divê em alîkariya yekem hîn bibin û vê destwerdanê bi awayekî rast bikin."

“Ji bo zêdekirina hişmendiya li ser alîkariya yekem divê beşdariya perwerdehiyan bête zêdekirin”

Pekince ê ku destnîşan kir di civakê de hên hişmendiyeke têrker a li ser alîkariya yekem tune ye, ev îfade bi kar anîn: "Mixabin di civaka me de di mijara alîkariya yekem de hên hişmendiyeke têrker tune ye, lê di salên dawî de hişmendiyeke giring çêbûye. Lêbelê ev ne têrker e; ji bo zêdekirina hişmendiyê divê em beşdariya perwerdehiyên alîkariya yekem zêde bikin. Perwerdehiyên hişmendiyê yên bêparê (bêberamber) ku ji aliyê Midûriyetên Tenduristiyê yên Bajêr ve tên organîzekirin û zanyariyên pratîkî yên ku li ser meqamên civakî tên parvekirin hene. Her welatiyê ku dixwaze dikare rasterast serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr bide û ji van perwerdehiyên teorîk û pratîkî bi awayekî bêparê sûd werbigire."

“Divê em alîkariya yekem ne tenê wekî sertîfîkayekê, lê wekî berpirsyariyekê bibînin”

Pekince ê ku diyar kir nayê zanîn ka ew ê rewşên lezgîn kengê çêbibin, wiha got:

"Rewşên lezgîn ji berê ve xeberê nadin. Îro nabe ku mirov bibêje 'ev neyê serê me'. Dibe ku sibê rewşeke lezgîn bêt serê zarokê me, diya me an jî bavê me. Zanîna rast a ku wê kêliyê di destê we de ye dikare dest bide jiyana mirovekî. Ji ber wê yekê divê em alîkariya yekem ne tenê wekî sertîfîkayekê, lê wekî berpirsyariyekê bibînin. Em çiqas kesên bihişmend perwerde bikin, di rewşên lezgîn de ew qas dibin civakeke bihêz. Ji bo rizgarkirina jiyana mirovekî ne hewce ye ku mirov bibe bijîşk an jî pisporê tenduristiyê; zanîna destwerdana rast a di wextê rast de têrker e."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.