Pêşî me ji kar derxistin dûvre wek ku me îstîfa kiriye nîşan dan

Pêşî me ji kar derxistin dûvre wek ku me îstîfa kiriye nîşan dan

Li Rihayê kargeran diyar kirin di girtîgeha ku dixebitîn de wan ji kar derxistin dûvre wek ku wan îstifa kiriye nîşan dan.

Kargerên Hîlwanî diyar kirin nêzê yek sal e ku di înşeata Kampusa Saziya Înfaza Cezayê ya Rihayê ya ku li ser Rêbeja Riha-Amedê ye de dixebitîna. Hat idîa kirin ku ev karger ji teref fîrmayê ve ji kar hatine derxistin. Dûvre fîrma wan wek ku îstîfa kirine nîşan daye.  

Kargeran diyar kirin ku wan îstîfa nekiriye. Lê fîrma wan wek ku îstîfa kirine nîşan daye. Ev yek jî buye sedema mexdûrbûna kargeran.

Kargeran diyar kirin ku bê agahiya wan, wan ji kar derxistine. Ev yek jî kargeran ji hemû mafên zagonî mehrûm hiştîye. Ji ber vê yekê karger ji bo vê rewşa ku paldanka zagoniya wê tuneye ji şîrketê gilîdar in.

Yasîn Şefkatlî diyar kir salek bû ku di girtîgehê de dixebitiya. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Fîrma diyar kir ku karên li vir qedyaye. Dûvre me ji îş derxist. Em jî ji bo ku ji mafên meaşa bêkariyê fayde bibînin em çûn ÎŞKURê. Rêvebirên ÎŞKURê li bîlgîseyarê mêze kirin. Dûvre gotin ji ber ku we îstîfa kiriye tu heqê we tuneye ku hun ji meaşê bêkariya fayde bibînin. Yanê me ji kar derxistine dûvre me wek ku me îstîfa kiriye nîşan dane. Di ÎŞKURê de di derbarê ji kar derxistinê de 3 made hene. Ji van madeyan a 3êyem bixwe îstîfa kiriye, a 4em şîrket ji kar derxistiye, a 18emîn jî wek xelasiya kar tê dîtin. Sedema ji kar derketina me madeya 3yem e. Yanê wek ku bixwe îstîfa kiriye hatiye nîşandan. Lê em ji vê yekê haydar nînin.”

Şefkatli diyar kir ku ji hemû mafê xwe yên qanûnî mehrûm mane. Ji bo ku ev bêhaqî were sererast kirin wek kargeran serî li parêzer dane.

 “Em her tim xebitîne, lê bê me çend caran têketin-derketina me yê kar çêkirine”

Mehmet Dolaş destnîşan kir ku dabaş şîrket ji bo ku mafê wan yên tezmînatê ji holê rakin çend caran têketin-derketina wan yê kar çêkirine. Lê ji bo ku mehaneya bêkarî bistînin çûne ÎŞKURê. Dema  lê mêze kirine dîtine wan wek ku wan bixwe ji kar îstîfa kirine dane nîşandan.

“Me keda xwe nedistand”

Dolaş diyar kir di dema xebatê de bi gelek bê heqî re rû bi rû mane. Dûvre Dolaş axavtina xwe wiha domand: “Ji bo dawiya hefteyê destûra me tunebû. Pêwîst bû ku xebata wê rojê wek 2 rojanî bihata hesibandin. Lê ev keda me nedidan me. Ji ber vê yekê em ji wan gilîdar in.”

Ji kargeran Mehmet Yasîn Dolaş jî diyar kir ku bi şiklekî bêmafî hatine mexdûr kirin. Dema ki diçûn şîrketê jî wek zarok li wan miamele dikirin. Ji ber vê yekê wek karger bang li rêvebiran kir da ku mexdûriyeta wan were sererast kirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.