Pêşmerge wê îşev ji Kobanî vebiqetin
Hêzên Pêşmerge ku ev 7 meh bûn li Kobanî bûn wê îro vegerin Hewlêrê
Hêzên Pêşmerge ku ev 7 meh bûn li bajarê Kobanî bûn û piraniya gundên derdora Kobanî ji destê DAIŞê derxist, dê îro vegerin Başûrê Kurdistanê.
Pêşmerge li ser biryara Wezareta Pêşmerge wê îşev vegerin Başûrê Kurdistanê.
Heta niha 4 karwanên Hêzên Pêşmerge çûbûne Kobanî û di şerê li dijî DAIŞê li Kobanî de pêşmergeyek hatibû kuştin û çend pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Karwana yekem ya Hêza Pêşmerge di 28ê Cotmeha sala 2014an li çûbû Kobanî.
Niha 124 Pêşmerge li Kobanî ne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.