Pêşnûmaya Qanûnê

Pêşnûmaya Qanûnê

Pêşnûmaya qanûna xurtkırına hevkarıya cıvakî û qedandına terorê ya der barê pêvajoya çareserıyê de lı komîsyona karên navxweyî ya meclîsê hat qebûlkırın.

Pêşnûmaya Qanûna Bihêzkirina Hevkariya Civakî û Bidawîbûna Terorê ya pêvajoya çareseriyê li Komîsyona meclîsê hat qebûlkirin.

Di pêşnûmayê de hinek karên ku wê hikûmet bike wiha tên rêzkirin:

- Wê hikûmet gavên ku wê di warên siyasî, hiqûqî, civakî, aborî, derûnî, çandî, mafên mirovan, ewlekarî û bêçekkirinê de bên avêtin, kifş bike.

- Heke ku bivê, çi ji derva û çi jî ji hundir bi sazî, dezgeh û şexsan re hevdîtin û diyalog bê kirin. Şexs, sazî û dezgehên ku van xebatan bimeşînin, bên wezîfedarkirin.

- Ji bo ku endamên orgutê yên ku çek danîn bikaribin bizîvirin malên xwe, adapte û tevî jiyana asayî bibin, wê tevdîrên hewce bistîne.

- Xebat û tevdîrên ku di çarçoveya verastkirinê de hatin kirin wê di ‘eynî wextê de haya kamûyê jî pê bixe.

Ji bo xebatên der barê pêvajoya çareseriyê de, wê destûra Heyeta Wezîran hebe. Wê kordînasyon û xizmetên sekreteryaya xebatên pêvajoya çareseriyê, ji aliyê Misteşariya Nîzam û Ewlekariya Kamûyê ve bê kirin.

Di vê çarçoveyê de mueyîdeyeke hiqûqî, îdarî û cezayî ya van xebatan wê tunebe.

Hürseda Haber

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.