Petrola Herêma Kurdistanê
Wezîrê enerjî û çavkanıyên sırûştî taner yıldız, îfade kır ku jı herêma kurdıstanê bı qasî 7,8 mılyon warîl petrol sewkî tırkıyeyê bûye û tankêra 7an a barkırî jî sewqî bazara navneteweyî kırıne.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz îfade kir ku ji Herêma Kurdistanê bi qasî 7,8 milyon warîl petrol sewqî Tirkiyeyê bûye û tankêra 7an a barkirî jî sewqî bazara navneteweyî kirine.
Yildiz wiha got: "Ji Tirkiyeyê 6,5 milyon warîl petrol hat sewqkirin. Ji ber ku xebatên boriyan yên ku neft tê re derbas dibe tên kirin, îro sewqiyat nabe. Nefta ku hat sewqkirin ya Iraqê ye. Dahata vê neftê jî li gor qanûna Iraqê tê parvekirin."
Yildiz pirsên rojnamegeran bi cewab kirin û destnîşan kir ku li Iraqê bi destê sektorên qamû û sektorên taybet peyman hatibûn mohrkirin ku ev peyman girêdayî hikmên hiqûqê yên taybet in. Ev peyman didomin.
Yildiz pirsên li ser ğaza siruştî ya ku ji Îranê tê kirîn jî bi cewab kirin û got ku di meha nîsan û Temûzê de hevdîtin hatin kirin, li ser pêvajoya tehkîmê celse hatin kirin û wê bi celseya meha îlonê pêvajo bi dawî bibe.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.