Pêvajoya binçavîya Puigdemont hat dirêjkirin
Pêvajoya binçavîyê ya Carles Puigdemontê Serokê Katalanî yê ku roja yekşemê hat binçavkirin hat dirêjkirin.
Hat ragihandin pêvajoya binçavîyê ya Carles Puigdemontê Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê yê ku roja yekşemê hat binçavkirin hat dirêjkirin. Qerara binçavîyê ji teref mehkemeya ku lê hat derxistin ve bi hinceta “îxtîmala revînê” hat dayîn.
Îspanya îadekirina siyasetmedarê Katalan ê ku derbarê wî de li tevahîya Ewrûpayê fermana girtinê derxistiye dike. Li gor qanûnên Almanyayê telebên fermî yên di warê îadekirinê de divê di 60 rojan de bên binetîcekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.