Pevçûnên li Iraqê

Pevçûnên li Iraqê

Lı Iraqê pevçûn dewam dıkın. Ordıya Iraqê ket bajaroka emîrlîya ku zêdetırî 2 mehan e, dı bın mûhasaraya daîşê de bû. Hat gotın ku emrîkayê jî jı hewayî ve destek daye ordıyê.

Li Iraqê pevçûnên ku ordiya Iraqê, Emrîkaya îşgalker, pêşmerge û Daîş tevlê bûne dewam dikin.

Hat îddîakirin ku Ordiya Iraqê, bi desteka hewayî ya Emrîkayê ketiye bajaroka Emîrliya ku zêdetirî 2 mehan e di bin mûhasaraya Daîşê de bû. Her wiha hat gotin ku di pevçûnan de, 60 mensûbên Daîşê hatine kuştin, 36ê wan jî hêsîr hatin girtin.

Emrîkayê beyan kir ku heta niha 120 êrîşên hewayî birine ser çeper û çekdarên Daîşê.

Do li Zumera bajaroka Mûsilê, endamên DAÎŞê wesaîteke bombekirî teqand. Di êrîşê de 3 pêşmerge hatin kuştin, 45ê wan jî birîndar bûn. Herêma Zumerê di destê Daîşê de ye û nêzî heftekê ye di bin topbarandina ordiya Iraqê de bû, herêm ji aliyê Emrîkayê jî ve hatibû bombardimankirin.

Li aliyê din hikûmeta Almanyayê qirar da ku di meha Îlonê de alîkariya sîleh bide Pêşmergeyê. Di merhala ewil de bi qasî pêdivîyên 4 hezar pêşmergeyê sîleh tên şandin.

Li Almanyayê hinek partiyên muxalefetê, li dijî alîkariya sîlehan e.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.