Pevguhartina Hêsîran

Pevguhartina Hêsîran

Misir û Îsraîl, Li Ser Pevguhartınê Li Hev Dikin

Li gor xeberan hat diyar kirin ku ji bo pevguhartina hêsîran, muzakera Misr û Îsraîl, li ser qedandinê ye. Li gor muzakerê, tê gotin ku wê ji dêlava Kûda Trabînê casûsê Îsraîl, 65 mehkûmên Misrî bên berdan.

Berî niha li Misrê, Kûda Trabîn bi sûcê, casûstiya li ser hesabê Îsraîl, hatibû girtin. Paşî bi muebbet hatibû ceza kirin. Ev serê 13 sal e di hepsê de ye. Di hepsên Îsraîl de jî 65 mehkûmên Misrî, bi sûcên cûre cûr hatine ceza kirin.

Hat gotin ku ji ber muzakerê, sefîrê Îsraîl yê li Misrê Yakov Amîtaî, çûna xwe ya Telavîvê texîr kir.

Wekî tê zanîn par, di Cotmehê de, di navbera Misr û Îsraîlê de, dîsa lihev kirina pevguhartinê pêk hatibû. Ilan Grapelê Îsraîliyê hemwelatiyê Emrîka, li Misrê girtî bû. Di bedêla wî de, 25 mehkûmên Misrî hatibûn berdan. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.