Peyama HUDA PARê di derheqê Helepçê de
Ji ber sedema 28emîn salvegera Qetlîama Helepçe ya ku di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve peyameke hat weşandin.
Her weke ku tê zanîn berî ve 28 sala li Kurdistana Başûr li bajêra Helepçê bi emrê Saddamê zalim êrîşa kîmyewî li Mislimanên Kurd hatibû kirin û bi deh hezaran însan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber salavegera vê qetlîama ku berî vê 28 sala hatibû kirin ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve peyamek hat weşandin.
Qetlîama Helepçe di dîrokê de êrîşeke herî wehşîyane û qetlîameke bi tevahî ye
Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ew Seddamê zalim ê ku fîr’ewnê esrê ye û Kîmyasal Alîyê ku vê qetlîamê kiriye îro ji teref însanetîyê ve bi kîn û nefret tên bîranîn û wiha pê de hat çûyîn: “ Dîroka 16ê Adara 1988an ew ê di rûpelên dîrokê yên zilmê de cihê xwe bigire.Lewra di vê dîrokê de li ber çavên temamê dinyayê wehşeteke mezin hat kirin.Ev bû 28 sal ku li ser Qetlîama Helepçê derbas bûye ku ev êrîş bi şikleke wehşîyane li Kurdên ku êtîmên ummetê ne hat kirin û hat xwestin bi amî û tevahî bên qetilkirin.Di 16ê Adara 1988an de bi çekên kîmyewî zarok û zêç, pîr û ciwan, mêr û jin bi hezaran Kurdên bê guneh û bê sûc hatin qetilkirin û her wiha bi deh hezaran kes jî ji ber êrîşa kîmyewî seqet man. Seddamê zalim ê ku fîr’ewnê esrê ye, Kîmyasal Alîyê ku vê qetlîamê kiriye û qatilên din îro li ser navê mirovahiyê bi nefret tên bîranîn.
“Îngîlîstan, Emrîka, Almaya û Fransa berpirsiyarê vê jenosîd û komkujiyê ne”
Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin pêşengên emperyalîzmê Îngîlîstan, Emrîka, Almaya û Fransa berpirsiyarê vê jenosîdê ne û wiha li peyamê hat zêdekirin: “ Her weke ku tê zanîn piştî çend salan Seddam û kesên ku vê qatlîamê kirin hatin darizandin û dûvre jî hatin îdamkirin.Lê berpirsiyarên vê qetlîamê ne tenê birêvebiriya Iraqê yê wê demê bû. Bi qasî Seddam ew pêşengên emperyalîzmê yên mîna Îngîlîstan, Emrîka, Almaya û Fransa yên ku van çekan belav kirin jî ji vê qatlîamê mesûl û berpirsîyar in.Ew qetlîama Helepçeyê li ber çavên dinyayê hat kirin û lê heyf e ku heta îro di derbarê wan kesên ku ji vê wehşetê re bûne şirîk de tu lêpirsîn nehatiye kirin.”
“Navendên şer ên navneteweyî ji xelkê Kurd re ji bobelatan pê ve tu tişt nedane û wê nedin jî”
Di berdewama peyamê de hat ragihandin di serî DYE û temamên navendên şer çawa ku di paşarojê de felaket bi serê Kurdan de anîbin ew ê di pêşerojê de jî felaket û bobelatan bînin û wiha pê de hat çûyîn: “Her weke ku tê zanîn ew qetlîama ku bi destê Baasê di 16ê Adara 1988an de hat kirin bi çekên vê zîhniyete hat kirin ku îro ev zîhniyet xwe weke hamiyê Kurdan nîşan didin û hinek kes jî wan weke xelaskerên Kurdistanê nîşan didin ku em vê yekê bi îbret temaşe dikin. Ew zîhniyeta ku îro bûye sebeb li Sûri û Iraqê zilm bên kirin û ev zilm zêde bibin di eslê xwe de faîlê esil ya wê qetlîama Helepçê ne.Di serî de ew Emrîka û her wiha navendên şer ên navneteweyî ji qetlîama 16ê Adarê re bê deng man û di herba Îran û Iraqê de piştgirîyê dan rejîma Baasê ku ev navendên şer ên navneteweyî îro jî ji bilî felaket û bobelatan pê ve tu tiştî nedan Kurdan û ew ê nedin jî.”
“Kesê ku bi zilmê abad bibe ew ê aqûbeta wê dê hezimet û zillet be”
Di dawiya peyamê de hat diyarkirin kesên ku ji vê jenosîd û komkujiyê re bûbe şîrîk ew ê miheqeq li ber dîrokê hisabê bidin û wiha dawî li peyamê hat anîn: “ Cihê wan kesên ku bi xelkê Kurd sloganên ‘Bijî Obama’ didin avêtin û hewl didin wê qetlîamên ku emperyalîstan kirine bi wan bidin jibîrkirin di pêşeroja xelkê Kurd de tune ye.Her çi qas ji ser vê qetlîamê 28 sal derbas bûbe jî ew kesên ku wan çekên kîmyewî dane Seddam ji vê qetlîamê re bûne şîrîk ew ê li ber dîrokê hisabê bidin û bi derengî be jî ew ê adalet pêk bê. Em wan birayên xwe yên ku di qetlîama Helepçê de şehîd bûne bi rehmet bi bîr tînin û lenet ji wan zalimên ku ji vê yekê re bûne sedem re tînin. Em bawer dikin kesê ku bi zilmê abad bibe ew ê aqûbeta wî dê hezimet û zillet be. Ji bona vê roja bi êş û elem gotina me ya dawî ew ê gotina Bedîzuzzeman be; Ji bo zaliman bijî cehennem.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.