Pîreka ku piştî qedexê vegeriya Cizîrê lorand
Cizîriyên ku piştî qedexê vegerîyan malên xwe ji ber tahribat û xerakirinên ku hatinê kirin derd û kulên xwe bi kilaman anîn ziman.
Xelkê Cizîrê piştî qedexeya derketina derve hewl dan cardin vegerin malên xwe.Cizîriyên ku vegerîyan malên xwe ji ber tehrîbat û wêrankirinên ku hatine kirin şaş man û nizanibûn çi bikin.Xelkê ku van dîmenên xerakirinê dîtin ji neçarî lorandin.Lewra navçê bûbû kavil û xopan.Pevçûnên ku li navçê destpêkiribûn kevir li ser kevir nehiştibûn.
Hinek xelkê ku vegerîyan malên xwe ji naçarî tenê halê malên xwe temaşe kirin û hinek jî hewl dan ku malên xwe yên ku zirar dîtini di ser hevdû de bibin û bidin hevdû.
Dapîra bi navê F.A. ya ku li navçê dima di derbarê mijarê de diyar kir wan mala xwe hê taze çêkiribûn û bi destpêka şer mecbûr mane ku malên xwe biretikînin û dema ku ew vegerîyan malên xwe dîtin ku mala wan bi temametî hatiye xerakirin.
F.A.ya ku ji ber ku xerakirin û zirara ku li navçê dît hewl da bi kilamên kurmancî derd û kulên xwe bîne ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî tu cihê ku em lê bimînin nema.Em dê nizanin çi bikin.Qur’an û kitêbên dînî yên di malê de talan bûne.Xwedê Teala bela wan kesên ku me xistine vî halî bide û heqê me li ba wan nehîle.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.