Pîrekên Hezexî bertekên xwe bi girî nişan dan
ŞERNEX - Li navçeya Hezexa Şernexê piştî ku qedexeya derketina derve qismen hat rakirin gel vegera malên xwe. Pîrekan dema dîtin ku malên wan xira bûne bertekên xwe bi girî nîşan dan.
Li navçeya Hezexa Şernexê piştî ku ji teref walîtiyê ve hat diyarkirin ku qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin gelê navçeyê vegeran malên xwe. Pîrekên navçeya dema ku dîtin malên wan xira bûne bi şiklekî kelegirî bertek nîşan dan.
Hat dîtin ku li navçeyê gelek dikan û mal texrîb bûye û her wiha pîrekên navçeyê jî li hemberê dê menzerê de bes karîn wek bertek bigirîn.
Hat dîtin ku bi taybet avahiyên di Taxa Turgut Ozalî de texrîb bûne û hinek avahî jî ji bilî ve xira bûne. Ji xeynî vê yekê hat dîtin ku avahî wek mewzî hatine bikaranîn.
“Dilê min dişewite”
Ji nişteciyên navçeyê S.P, wek kelegirî bertek nîşan da. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Mala me bûye kavil. Êdî dê em li vir çawa bijîn? Keda me yê 20 salî berteref kirin. Mala me kirin kavil. Xwedê Teala vê yekê ji wan re nehêle. Niha dilê min dişewite. Ya Rebbî! Em alîkarî ji te dixwazin.”
“Em bi sêwiyan re li derve man”
Pîrekekê din diyar kir ku bi 10 sêwiyan re li derve mane. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Me nexwest ku wiha bibe. Wek mihacir em çûn derên din. Avahiya ku me di 10 salan de qedand bû kavil.”
“Xwedê Teala ji wan re nehêle”
Ji pîrekan F.G destnîşan kir mala ku bi zehmetî qedandibûn xira bûye. F.G wiha pê de çû: “Ev ji gel çi dixwazin? Xwedê Teala ji wan re nehêle. Ez di dibistanan de xebitîm. Min mala xwe anî vê halê. Hûn dibînin ku di çi halê de ye. Ez jinebî me û ez nizanim gelo çi bikim.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.