Pîrozbahîyên Zaferê Yên Ğezzeyîyan
Pıştî ku agırbest jı alıyê grûbên fılıstîn û îsraîla sıyonîst ve hat qebûlkırın, bı hezaran fılıstînî daketın ser caddeyan û zafera berxwedanê pîroz kırın.
Piştî ku agirbesta daimî ket meriyetê, li cûrbecûr meydan û bajarên Filistînê zafera berxwedanê hat pîrozkirin.
Filistîniyan bi tekbîr û sloganan destek dan grûbên Filistînê û dan zanîn ku agirbest zafera berxwedanê ye. Li Ğezzeyê filistîniyan ala û flamayên grûbên Filistîniyan hilgirtin û panqartên ku li ser wan “Ğezzeyê qezenc kir” “Me ordiya ku ji bo wê digotin meğlûb nabe meğlûb kir” “Tûğayên Qessamê” nivîsandîbûn vekirin.
Piştî ku agirbest ket meriyetê, di camiyan de dengê tekbîran bilind bûn, filistînî bi zarûzêçên xwe re daketin ser meydan û caddeyan. Fîşekên hewayî teqandin û li caddeyan şêranî belav kirin, di hemû caddeyan de wesaît û motosîkletan konvoy pêk anîn. Di pîrozbahiyan de merş hatin gotin, xeberdan hatin kirin û pîrozbahîyan bi şev jî dewam kir.
Li Şerîaya Rojavayê jî bi sedan filistînî ji bo zafera berxwedanê daketin ser cadde û meydanan. Bi sedan kes li meydana el-Menarê ya li Ramallahê civiyan, ala û flamayên Hamas û Filistînê hilgirtin, fîşekên hewayî teqandin. Gelek filistînî jî bi wesaîtên xwe konvoy pêk anîn û li kuçe û caddeyên Şerîaya Rojavayê, tûrên şahiyê avêtin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.