Pirsgirêka ku li Taxa Kabîyê naqede: Kêmasiya kanalîzasyon û binesaziyê
Rûniştvanên Taxa Kabîyê (Bağıvar) ya ser bi navçeya Sûra Amedê ve diyar kirin ku ji ber kêşeyên wekî kanala avêtî ya vekirî, kanalîzasyon û binesaziyê yên ku bi salan e nayên çareserkirin mexdûr bûne û bang li rayedaran kirin.
Welatiyên ku li Taxa Kabîyê ya ser bi navçeya Sûrê ve dijîn, diyar kirin ku bêhna xerab, îstîlaya mêş û pêşûyan û rîska lehiyê ya ku ji ber kanala vekirî ya di nav taxê re derbas dibe rû didin, jiyana wan bi neyinî bandor dike; loma daxwaz kirin ku ev kêşe zûtirîn dem were çareserkirin.
Rûniştvanên taxê, ji bo ku kanala vekirî were îslahkirin, binesaziya kanalîzasyonê were nûkirin, rê werin çêkirin û xebatên pergalkirina hawirdorê werin destpêkirin, bang li rayedaran, bi taybetî li DÎSKÎ û yekeyên şaredariyê yên têkildar kirin. Wan diyar kir ku bi taybetî di mehên havînê de ji ber bêhna xerab û mêşên ku ji kanala vekirî belav dibin, rû bi rûyê zehmetiyên mezin dibin.
Welatiyan destnîşan kir ku di şert û mercên baranbarînê de jî kanal dikişe û malên li derdorê di bin avê de dimînin; her weha anîn ziman ku tevî vê kêşeya ku bi salan e berdewam dike jî heta niha tu xebateke mayinde nehatiye kirin.

Eşref Aslanhan:
"Havînê ji ber kelmêşa mirov nikare tê re derbas bibe, zarokên me her dem nexweş dikevin"
Yek ji rûniştvanên taxê Eşref Aslanhan diyar kir ku kanala vekirî hem ji bo tendurustiyê hem jî ji bo hawirdorê rîskeke mezin çêdike û got: "Havînê ji ber mêş û pêşûyan mirov nikare tê re derbas bibe. Zarokên me her dem nexweş dikevin. Di şert û mercên baranbarînê de kanal dikişe û av dikeve hinek malan. Me gelek caran serî li saziyên têkildar xist, lê heta îro tu çareseriyek nehatiye dîtin."
"Gerek daxwaza vê kêşeyê 20 sal berê bihata çareserkirin lê kes pê re eleqedar nabe"
Aslanhan anî ziman ku nêzîkî 20 salan e ew rû bi rûyê heman kêşeyan dibin; her weha bal kişand ser ku li herêmê kêmasiya binesaziyê heye û divê pirsgirêka kanalîzasyonê were çareserkirin.
Aslanhan bi vî rengî diyar kir: "Gerek daxwaza vê kêşeyê 20 sal berê bihata çareserkirin lê kes pê re eleqedar nabe. Wekî ku gund bêxwedî be. Em jî mecbûr in li vir bijîn. Bi şevan ji ber mêş û pêşûyan em nikarin razên. Di rojên baranbarînê de rewş hîn xirabtir dibe. Kanal dikişe. Gava baran zêde dibe av dikeve nav malan. Mirov neçar dimînin malên xwe vala bikin. Heta ku av dikişe ew mexdûr dibin. Divê ji bo vê yekê teqez çareyek were dîtin. Ev berpirsyariya DÎSKÎ û şaredariyê ye. Li vir nêzîkî 40 malbat hene. Kêmasiya binesaziyê heye. Pirsgirêka kanalîzasyonê heye. Me gelek caran serlêdan kir, daxwazname da lê kesî eleqedar n didnê. Bi rastî nayên lê nanêrin jî. Şaredarî jî eleqedar nabe. Me gelek caran çû û jê re got. Ev kêşeyeke nû jî nîn e. Nêzîkî 20 salan e berdewam dike. Lê heta niha tu xebat nehatiye kirin."

Mehmet Yıldırım:
"Bi hêvî me ku rayedar dengê me bibîzin"
Yek ji rûniştvanên taxê Mehmet Yıldırım jî diyar kir ku bi salan e dozên hatine dayîn nehatine girtin û got: "Ez li vir mezin bûm. Heta niha me ji şaredariyê her dem heman gotin bihîstin. Berdewam hat gotin ku dê binesazî were çêkirin, lê tu tişt neguhêrî. Mirov bi salan e bi heman vaadan dengê xwe dan, lê mixabin nekarîn xizmetê wergirin. Ez 49 salî me û ez nikarim bibêjim ku min di vê gundî de xizmeteke cidî ditiye. Pirsgirêka kanalîzasyonê li ber çavan e. Di mehên havînê de zarokên me di bin rîskê de dimînin. Rîska nexweşiyên vegirtî çêdibe. Em vê kêşeyê berdewam tînin ziman, lê kes dengê me nabîze. Bi hêvî me ku bi vê wesîleyê rayedar dengê me bibîzin. Tişta bi tenê ya ku em dixwazin xizmet e. Çawa ku ji vê gundî deng (rey) distînin, divê xizmetê jî ji vê gundî re bikin."

Bayram Soysal:
"Av xerab bêhn dike û gel ji vê yekê aciz e"
Rûniştvanekî din ê taxê Bayram Soysal jî diyar kir ku kanala vekirî ji ketina gund dest pê dike û heta nav cihên niştecihbûnê dirêj dibe; her weha da zanîn ku ligel bêhna xerab, kêzik û mêş-pêşû jiyanê zehmet dikin.
Soysal anî ziman: "Kêşe ew e ku derdora kanalê bi temamî daristanî ye û her der qirêj e. Ji ber ku ava kanalê jî qirêj e, mirov nikarin di ber re jî derbas bibin. Av xerab bêhn dike û gel ji vê yekê aciz e." Soysal bi van gotinan mexdûriyeta wan anî ziman: "Gava barana dijwar dibare lehiyê radibe. Dema baran zêde dibe kanal dikişe. Av dikeve nav wan malên ku li rast û çepê kanalê ne. Mirov neçar dimînin malên xwe vala bikin. Av heta nav malan tije dibe, mirov hewl didin eşyayên xwe xelas bikin. Ev rewş berdewam mexdûriyetê çêdike û gundiyan aciz dike."
"Heke kanal û derdora wê werin pergal kirin, kêşe dê ji holê rabe"
Soysal diyar kir ku heke kanal were paqijkirin, derdora wê were pergalkirin û xebatên binesaziyê yên pêwîst werin kirin, kêşe dê heta asteke mezin çareser bibe û got: "Heke bixwazin dikare were kirin. Ji ketina gund şûnde, aliyên rast û çepê yên kanalê dikarin werin pergalkirin. Kanal dikare were paqijkirin, çop û tijehiyên tê de dikarin werin rakirin. Boriyên mezin dikarin werin danîn, derdora wê dikare were paqijkirin, dîwar dikare were çêkirin û tevdîrên parastinê dikarin werin girtin. Bi kurtasî, heke kanal û derdora wê werin nûkirin, kêşe ji holê radibe û herêm hîn paqijtir, hîn jiyanbartir dibe."
"Li gund pirsgirêk pir in, lê ji bo çareseriyê gavên bes nayên avêtin"
Soysal da zanîn ku li taxê pirsgirêka çopê jî heye û di dawiyê de ev tişt anîn ziman:
"Bi Xwedê, heke hûn di nav gund de bigerin, hûn nikarin ji ber çopan bi rehetî bimeşin. Bi taybetî li ketina gund qadek heye ku wekî depo tê bikaranîn. Tevî ku divê çop li wê derê werin hiştin jî, mirov çopên xwe li wir nahêlin, diavêjin derdorê û erdê. Ev jî dibe sedema bêhna xerab û gundî jî ji vê aciz dibin. Mirov gunehê diavêjin stûyê hev û nîqaşên mîna 'Çopa xwe li vir nehêle' rû didin. Ji ber vê yekê li gund nehişyarî û nexweşî çêdibe. Kêşeyên gund pir zêde ne. Hûn bikevin kîjan kolanê, piranîya rêyan xirab bûne. Park jî bêxwedî û di rewşeke xerab de ne. Ango li gund gelek kêşeyên ku divê werin çareserkirin hene. Heta îro jî ji bo nehiştina van kêşeyan tu xebateke cidî nehatiye kirin. Bi kurtasî, li gund kêşe pir in, lê ji bo çareseriyê gavên bes nayên avêtin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.