Pirsgirêkên Sûriyeyiyên ku di sînûrê de ne didomin
Pirsgirêkên Sûriyeyiyên ku di bajarê Helebê de dûçarê êrîşên Esed û Ûrisê bûne û ji ber vê yekê hatine Deriyê Sînûra Oncupinara Kîlîsê didome.
Ji ber êrîşên hêzên Esed û Ûris nêzê 40 hezar penaber hatine Deriyê Sînûra Oncupinara Kîlîsê. Ji aliyekê ve hewayê sar û ji aliyekê din ve jî xweyîbûna van kesan pirsgirêkên gelek mezin tîne holê.
6 roj in ku penaberên Sûrî di Deriyê Sînûra Oncupinara Kîlîsê de sekinandî mane. Ji ber ku hewa sar e û xwedîbûna van kesan zehmet e rewşa van kesan hinava merov dişewitîne. Her wiha hat dîtin zarokên ku bi malbatên xwe re koçê sînûrê kirine diltirs û dilnerehet in. Penaberên ku di sînûrê de ne di gel hewayê serma û derfetên zehmetî hewl didin ku xwe li jiyanê bigirin.
Pirsgirêka germbûn û xwedîbûnê heye
Sûriyeyî di derbeyên zehmet de dijîna ji ber koçê sînûrê kirine gelek zehmetî dikêşin. Bi taybet penaber bi hewayê serma re rû bi rû mane. Her wiha hat ragihandin ji ber ku zarok bi şiklekî têr nayên xwedî kirin bi nexweşiyan re rû bi rû mane. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.