Pirûskên 730 qurbaniyên Enfalê hatin binaxkirin

Pirûskên 730 qurbaniyên Enfalê hatin binaxkirin

Li qezaya Çemçemalê bi ser parêzgeha Silêmaniyê de rêwresmên binaxkirina 730 pirûskên qurbaniyên Enfalê dest pê kir.

Silêmanî, 28 Gulan (AKnews) – Li qezaya Çemçemalê bi ser parêzgeha Silêmaniyê de rêwresmên binaxkirina 730 pirûskên qurbaniyên Enfalê dest pê kir.

Sala 1988an rejîma Baas a Iraqê operasyoneke mezin amade kir û li ser sê qonaxan dabeş kir û komkujiyeke mezin li ser Kurdên Iraqê pêk hêna. Di van êrişên ku wek bi Enfalê hatin binavkirin, 182 hezar Kurd hatin kuştin û 4.500 gund û bajarokên Kurdistanê  wêran bûn. Enfalê 23yê Sibata 1988an dest pê kir û di 26ê tebaxa 1988ê de bi dawî bû.

Rêwresma bixakspartina pirûskên qurbaniyên Enfalê bi beşdarbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Herêmê Kosret Resûl, serok Parlamentoya Kurdistanê Erselan Bayîz û hejmarek berpirsên herêmê û xwedî û kesûkarên qurbaniyan.

Wezareta Şehîd û Qurbaniyên Enfalkiriyan demek berê ji AKnewsê re ragihandibû ku wan pirûskên 730 qurbaniyên Enfalê li goristana komî Miharî li navçeya Dîwaniyê li başûrê Bexdayê dîtibûn.

Her wiha aşkera kiribû ku ew pirûskên qurbaniyên ji şaregundê Qerehenjîr bi ser Kerkûkê ve û şaregundê Qadirkerem yê bi ser qezaya Dûzxurmatû de ne, ku di operasyonên rejîma Sedam ya herifî de hatibûn enfalkirin:

hr (AKnews)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.