Piştî ku qedexe hat rakirin re ji Sûrê koç dest pê kir

Piştî ku qedexe hat rakirin re ji Sûrê koç dest pê kir

Piştî ku li 9 taxên navçeya Sûra Amedê qedexe hat rakirin re ji navçê koçkirina xelkê dest pê kir.

Her weke ku tê zanîn îro di seat 10.00an de li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Zîya Gokalp, Camiya Kebîr, Camiya Nebî, Îskenderpaşa û Melîkahmet qedexe hat rakirin.Bi rakirina qedexê xelk dest bi koçkirinê kir.

Li navçê tê dîtin xelk bi eceleyeke mezin hewl dide demildest navçê terk bike.Xelkê ku hewl dida navçê terk bike bi qasî dikaribûn firak û alavên xwe hildigirin û bi qemyonetan navçê diterikînin.

Li navçê  hat dîtin parlementerên HDP ji wesayîtê zabitayan bang li xelkê dikin da ku navçê terk nekin.Lê xelk qet guh nade vê banga parlementeran û hewl didin da ku navçê terk bikin.Her wiha ji wesayîtê polêsan jî bang tên kirin da ku xelk malên xwe terk bikin.

Li navçê hat dîtin ji ber pevçûnan gelek mal, dikan û kargeh zirar dîtine.Her wiha di pevçûnan de Qurseke Qur’anê û Camiya Tacattîn jî xisar dît.Li navçê ceyran û av tune ye.

Li navçê hat dîtin kesên PKKyî di malan de ji bona çûyîn û  hatine di dîwarên malan de qul vekirine û çalên ku ji teref wan ve li  Taxa Alîpaşa hatine vedan hêj weke xwe ne.Di wan çal û korten ku di nava wan de teqemenî hene xelkê ditirsîne.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.