Piştî pankarta protestokirina NATOyê, ceryana baregeha sereke ya HUDA PARê hat qutkirin!
Tê gotin ku NATOyê, piştî nîşandana wêneyên dijî Trump û dijî Netanyahu, ceryana baregeha HUDA PARê ya li Enqerê qut kiriye.
HUDA PARê berîya hatina Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo Civîna Bilind a NATOyê bo Tirkîyeyê bi kampanyaya pankartên reklamê bal kişand ser xwe. Partiyê pankartên reklamê yên li ser rêya şandeyên NATOyê û ekranên Digiboardê yên li baregeha xwe bi wêneyên dijî NATOyê, dijî Trump û dijî Netanyahu xemilandin.
Di wêneyan de sloganên bi îngilîzî yên wekî "NATO: Dostên derewîn, tifaqeke sexte!", û "Em li welatê xwe sûcdarên şer naxwazin" hebûn.
Piştî bûyerê, Serokê Şaxa Ciwanan a HUDA PARê Murat Gunaydin, got, "Ev nayê bawerkirin... Ji ber parvekirina wêneyên têkildarî NATOyê li ser ekrana me ya Digiboardê, ceryana baregeha me qut bû." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.