Piştî pevçûnên tûndî Dêrik
Li navçeya Dêrika Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya 8 rojî texrîbatên di navçeyê de derketin holê.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê dema ku PKKyiyan dest bi vedana çalan û saz kirina berîqetan kirin pevçûn di navçeyê de 8 roj dewam kir. Piştî vê 8 rojê dema ku gel vegera mala xwe bi texrîbata di navçeyê de rû bi rû mane.
Li Dêrikê dawî li pevçûnçên ku 19ê Sibatê dema ku ji teref PKKyiyan ve çal hatibû vedan û berîqet hatibûn saz kirin destpê kiribû hat.
Dîwarên mal û dikanan hatine qul kirin
Gelê ku ji ber pevçûnan navçeyê terk kiribû vegera malên xwe. Lê bi malên ku bûne wek kavil re rû bi rû man. Her wiha hat dîtin ku dîwarên mal û dkanan hatine quk kirin.
Wesayîtên ku wek berîqet hatine bikaranîn êdî nayên ‘emilandin
Hat dîtin PKKyiyan wesayîtên ku wek berîqet bikar anîne edê nayên ‘emilandin. Gelê ku ji ber pevçûnan navçeyê terk kiribûn dema ku vegeran navçeyê dîtin ku derî û pencereyên malên wan hatine şikestin û dîwarên mal û dikanan hatine qul kirin.
Her wiha dibistanên Ataturkî yê destpêk û navînê jî zirarê dîtine. Di der barê texrîbata ku li navçeyê çêbûye de hemwelatiyê bi navê Hamdullah Taner wiha axivî: “Me di roja 3yemîn a pevçûnê de mala xwe terk kir. Dema ku em vegeran mala xwe me dît ku mala me bûye wêran. Mala me bi kar anîne û her derê belav kirine.”
PKKyiyên ku têketine nav malan eşyayên giranbiha dizine
Hemwelatiyek ê ku nexwest navê xwe bide di derbarê navçeyê de wiha axivî: “Dema ku şer dest pêkir me navçeyê terk kir. Dema ku dawî li pevçûnan hat em vegeran malên xwe. Me dît ku mala me bûye wêran. Derî û pencere şikestine. Bi pêlavên xwe re têketine nav malên me. Xwarin xwarine û eşyayên me yên biha hemî dizîne. Em çi dikarin bibêjin. Xwedê Teala vê agirê demildest bitefîne.”
Di mala ku wek qerergeh hatiye bikaranîn de tunel
Qemereyên Ajansa Nûçeyan a Îlkê di mala ku ji teref PKKyiyan ve wek baregeh hatibû bikaranîn de tunelê dît û vê yekê kişand. Hat dîtin ku PKKyî ji bû derketinên acîl di malê de tunel vekirine.
7 PKKyî mirin,5 polês jî birîndar bûn
Hat ragihandin ku di navçeyê de di dema operayonan de 17 berîqet hatine rakirin û 7 çal jî hatine girtin. Her wiha 16 teqemeniyên ku hatine bicî kirin hatine îmha kirin. Kefçeyekê ya ku ji bo kolana çalan ji teref polêsan ve hatibû bikaranîn ji ber ku zirarê dîtiye êdî nayê bikar anîn. Di operasyonên navçeyê de 7 PKKyî hatin kuştin, 5 polês birîndar bûn û li 73 malan jî lêgerîn hat kirin.
Di 73 malan de lêgerîn hat kirin, di malekê de cebilxane hat bidestxistin
Di encama lêgerîna ku li malan hat kirin de di giraniya 240 kg yê de teqemenî, 2 roket, 48 berikên roketê, 44 motorên roketê, Bîxiyek, 14 çekên luledirêj, gelek cebilxane, 3 hezar û 799 heb berikên Bîxiyê, hezar û 51 berikên qanasê, 11 hezar û 209 berikên çeka bi navê AKyê û 9 carcûn wê, 12 keleş, û gelek melzemeyên îrtîbatê hatine bidest xistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.