Piştî qedexeya derketina derve Sîlopî

Piştî qedexeya derketina derve Sîlopî

Bi rakirina qedexeya derketina derve ya li Sîlopiya Şernexê re texrîbatên li navçê derketin holê.

 

Li Sîlopiyê qedexeya derketina derve îro ji saet 05.00an paş hat rakirin. Piştî rakirina qedexeya derketina derve ya li Sîlopî, texrîbata li navçeyê derket holê.

Xelkê ku ji navçeyê koç kiribûn piştî rakirina qedexeya derketina derve ya li Sîlopî vegeriya navçeyê. Dema ku gel rewşa navçeyê dît pir heyirî.

Hat dîtin ku mal û dikanên li navçeyê ji teref PKKê ve wek baregeh hatine bikar anîn û her wiha ji bo ku di nabeyna avahiyan de çûn û hatin were kirin dîwer hatine qul kirin.

Li navçeyê mimkûn e ku mirov perçeyên berik û şerepnelan bibîne. Her wiha binesaziya navçeyê jî zêr û zeber bûye.

Li navçeyê  gelek çal hatine tîje kirin û berîqet hatine rakirin. Lê xeteriya teqemeniyên ku di bin erdê de hatine bicî kirin didome. Di gel rakirina qedexeya derketina derve ya li navçeyê diltirsiya gel jî didome.

Hinek esnaf piştî çendîn rojan derebeyên xwe vekirin û diyar kirin ku dilê wan dilşikestî ye. Li Taxa Yeşîltepê berber Mesût Bîlîşîk diyar kir êdî naxwazin ku bûyerên wiha li herêm biqewin.
 

Bîlîşîk diyar kir ku dikana wî gelek zirar dîtiye. Dûvre Bîlîşîk wiha axvtina xwe domand: “Ji doh heta niha gel ji bo tiraşê tê vir. Di gel vê rewşê em hewl didin ku gel tiraş bikin. Çi dibe bila bibe dîsa em mexdûr dibin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.