“PKK bi çekan gef li me dixwar”

“PKK bi çekan gef li me dixwar”

Şênîyên gundê Marînaya ku girêdayê Azeza Sûrîyê ye û heftîya borî ji destên PKKê hat standin destnîşan kirin piştî ku gund ji destê PKKê derket re bêhna wan derketiye.

Ev bû 14 roj ku operasyona Efrînê berdewam dike. Gundê Marînê ya ku li Azeza Sûrîyê ye heftîya borî ji destên PKKê hat derxistin. Piştî ku gund ji destê PKKê hat standin re endamên çapemenîyê berê xwe dan gund û şênîyên gund guhdar kirin. Şênîyên gund di daxuyanîya ku dan endamên çapemenîyê de qala zilma ku PKK li wan dike kirin.

Şênîyên gundê Marînê di daxuyanîyên ku dan nûçegihanên ÎLKHAyê de destnîşan kirin piştî ku gund ji destê PKKê derket re li gund jiyan vegerîay asta awarte.

Mustafa Îsmaîlê ji şênîyên gund e derabrê mijarê de diyar kir PKK zilm li wan kiriye û dû re wiha got: “ Pêşî DAIŞî hatin vê derê, dû re PKK. PKK li vê derê rihetî ji me re nehiştibûn.  Bi çekan gefê li em dixwe. Nedihiştin em bi derekî ve biçin.  Ev 4-5 sal ku PKK li Çiyayê Burseyayê bû, lê ev bû 2 heftî ku tu kes li vê derê nema. Dema PKK hebû tu kes nikaribû derkeve van deran. Êvaran derketina derve qedexe bû. Êdî li gundê me PKK tuneye û em rihet in û bi aram in.”

Kesê bi navê Muhammed Abdullah jî derbarê mijarê de diyar kir “PKK xaîn e. Di aleyha Îslamê de bi Rojava re îttîfaq kiriye.”(ÎLKHA)








































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.