PKK dema ku ji Efrînê derket zirar da malê xelkê

PKK dema ku ji Efrînê derket zirar da malê xelkê

Li Efrîna lê bi mehan pevçûnên tund qewimîn her ku diçe jiyan asayî dibe, lê dema ku PKK ji herêmê vekişîya li pey xwe gelek mal û kargehên tahrîbkirî hişt.

Efrînîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn qala zilm û zordarîya PKKê ya li ser xelkê kirin.

 “PKK 7 salan li vê derê gelek zêde zilm li me kir”

Efrînîyê bi navê Elî Kemal di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir PKK qîz û lawên ji 16 salî mezintir bi zorê wek leşker dibir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarokên me bi zorê dibirin leşkerîyê. Kesên ku nediçûn leşkerîyê davêtin girtîgehê. Li taxa me tiştek nehiştin. Motosîklet û seyara min birin. Çi li taxa me hebû, tevakan birin. Ev bû 7 sal ku PKK li vê derê bû. Dema ku li vê derê bû gelek zêde zilm li me kir. Amûrên ku aîdî me bûn ji me distandin. Ji mal, tax, kargeh û wesayîtan bacê distandin. Ji ber ku zarokên min hûr bûn bela xwe li wan nedan. Lê dîsa ji ber ku em ditirsîyan me nedihişt ku zarokên me derkevin derve.”

 “PKK di heqîqetê de zilmê li xwe kir”

Kesê bi navê Evdirrehman Muhammed jî derbarê mijarê de diyar kir dema ku PKK ji Efrînê vekişîya mal, seyare, dikan û wesayîtên xelkê tev şewitandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zirar dan temamê mal û milkên me. Hemû kes êdî dixwazin vegerin Efrînê. PKK di heqîqetê de zilmê li xwe kir, ne li me. Ger vê zilmê nekiribana rewş nedihat hetanî vê astê. Lê binêrin xelk dîsa jiyana xwe didomîne. Lê ew revîyan û çûn. Bi vî awayî zilmê li xwe kirin. Teleba me ew ku ev millet demildest di nav xêrê de bijî. Em tev Kurd in û milletek in. Em tev dest bi hev û jiyana xwe bidomînin. Em yekîtî, digelhevî û biratîyê dixwazin. Efrîn berê ji hêla aborîyê ve ji Beyrûtê baştir bû. Li Efrînê hizûr û refah hebû.  Kurd, Tirk û Ereb em tev li vê derê pêkve di nava aramîyê de dijîyan.”

 “PKK 7 salan zilmê li xelkê Efrînê kir”

Necîp Huseyînê ku şênîyê Efrînê ye derbarê mijarê de diyar kir PKK nêzî 7 salan zilmê li wan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hetanî ku em ji wan xelas bûn zilm li ser zilmê li me dikirin. Dema ku em êvaran li mala xwe radizan, nîvê şevê dihatin li derîyê me didan û berê çekan didan sîngên me û nedihiştin ku em çirayê jî pêxin. Berê çekan didan xanim û qîzên  me û ji me zêr û pereyan dixwastin. Mîqtarek pere li ser min hebû ku dest danîn ser wan. Dest danîn li ser telefonên qîzên min. Derî li ser qîz û xanimên me de digirtin û çav berdidan namûsa me. Em dixwazin ku ev zilm ji ser me rabe û em vegerin malên xwe.”

 “Zirara herî mezin gihaşt xelkê”

Apê Yahya Mistefayê ku diyar kir ji wan pevçûnên li Efrînê zirara herî mezin xelkê dîtiye û destnîşan kir PKK zilmeke mezin li xelkê kir. Apê Mistefa dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Efrînê pevçûn çêbûn. Piştî pevçûnan li gelek derên bajêr tahrîbatên mezin çêbûn. Zirara herî mezin gihaşt xelkê. Hinek kes mecbûr man ku Efrînê terk bikin. Çi mal û milkê me hebû tevekan dizîn, di kargehên me de tiştek nehiştin, ketin gelek malan. Em feqîr ha wisa di holê de man. Êdî PKK li vê derê nema, tev revîyan. Zilm li xelkê Efrînê kirin. Di van pevçûnan  de zirara herî mezin me dît. Lewra di destên wan de çek hebûn û di destê xelkê de tunebû.”

Apê Mistefa di dawîya axavtina xwe de diyar kir problema herî mezin a bajêr tunebûna avê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev  bû 10 roj ku av nayên, em bêav man. Em nan û av dixwazin.Lewra hemî tiştên me talan kirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.