PKK Dîsa Zarok Dane Pêş
PKKya ku zarokan direvîne çîyê, di hedîseyên navçeya Liceyê de jî, ji fêlên xwe re zarok kirin alet û derxistin pêş.
Di bûyerên ku li Dîyarbekir, Colemêrg, Şirnex û Stenbolê qewimîn de zarok di sefên pêşîyê de bûn. Tê dîtin ku kesên rûpêçandî berê zarokên nîşanî van tiştê xerab didin.
Li aliyê din sersewcîtîya cumhûrîyetê ya Dîyarbakirê der barê hedîseyên ku li Licê qewimîn de lêpirsîn da destpêkirin. Sersewcîtîyê beyan kir ku ev sîlehên bûne sebebê mirinan, ji ku derê ve hatine teqandin tê vekolînkirin. Wezareta karên hundur jî ji bo hedîseyê ji bînîde vekolîne mufetîş şandin Licê.
Her wiha hat gotin ku li çoltera Licê di malekê de teqînek pêk hatiye û di hedîseyê jinekê can daye, 2ê wan giran 4 kes jî birîndar bûne.
Li gorî beyanata Walîtiya Diyarbekirê hedîse di saet 3ê sibehê de li gundê Zerextê tupek teqiyaye. Di teqînê de 2ê wan giran 4 kes birîndar bûne. Kesên birîndar rakirine nexweşxaneya dewletê ya Licê. Pey midaxela ewil bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Fakulteyê ya Tibba Zanîngeha Dîcleyê. Hat gotin ku di bûyerê de jinekê can daye.
Di lêpirsînê de hat îfadekirin ku teqîn di heyama ku di malê de malzemên teqînê hatiye hazirkirin de qewimiye. Li nexweşxaneyê tedawiya birîndaran dewam dike
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.