PKK êrîşî lojmanên eskeriyê kir: 1 mirî
ŞERNEX - Li navçeya Bêtuşebaba Şernexê PKKyiyan di wextên êvarî di heman wextî de êrîş birin li ser ewlehiyê û lojmanên eskeriyê.Di êrîşê de binefserek jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bêtuşebaba Şernexê PKKyiyan di wextên êvarî de di heman wextî de êrîş birin li ser ewlehiyê û lojmanên eskeriyê.Ji ber êrîşa ku hat kirin pevçûn derket.Di pevçûnê de binefserek giran birîndar bû.
Kesên PKKyî piştî demekê di tarîtiya şevê de reviyan nava daristanê.
Binefserê bi navê Îsmaîl Demîr ê ku giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.