PKK êrîşî pêşmergeyên KDPyîyan kir: 2 mirî
Hat ragihandin ku PKK li Keleşîna sînora Rojhilata Kurdistanê êrîşî pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistanê(KDP) kir.
Li gor nûçeya lezgîn a Rûdawa Erbîl(Hewler)ê, parlementerê KDPyî Mihemed Salih Qadirî diyar kir, PKK vê sibehê êrîşî pêşmergeyan kiriye û di êrîşê de 2 pêşmerge mirine.
Qadirî di derbarê vê êrîşê de wiha destnîşan kir ku PKK, dixwaze vê şerê bidomene. Lê bele em ê jî xwe biparezin…(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.