1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PKK, gora ciwanê ku înfaz kiribû vekir û cesedê revand
PKK, gora ciwanê ku înfaz kiribû vekir û cesedê revand

PKK, gora ciwanê ku înfaz kiribû vekir û cesedê revand

DİYARBEKİR - Sertîp Polat, salek berê li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji ber ku xwestibû ji PKKê veqete hatibû înfazikirin. Malbata Polatî xwest ku cenazê lawê xwe ji gorê hilbigire lê dema ku gorê vedan dîtin ku vala ye.

A+A-

Par Sertîp Polat li Farqînê di dema şerê li navçeyê de ji berk u xwestibû ji rêxistinê veqete hatibû înfazkirin. Dûvre PKK, Sertîpê li navçeya Lîceyê binax kiribû. Malbata Polatî xwest ku cinazê lawê xwe li Lîcê hilbigire lê dema ku gorê vekir hat dîtin ku gor vala ye.

Gor agahoyên hatine bidestxistin malbata Sertîp Polatî idîa kir ku lawê wê ji teref PKKê ve hatiye înfazkirin. Ji ber vê yekê malbatê xwest ku ji bo cenazê Polatî otopsî were kirin. Li ser vê yekê malbat miraceatê serdozgeriyê kir. Doh di derdora saet 16.00an de cendirme bi malbatê re çû Gundê Sîsêya Lîceyê ya ku li wir cinazê Polatî definkiriye. Dema ku gor hat vedan hat dîtin ku vala ye.

Dûvre hat tespîtkirin PKK ji bo ku Sertîp çawa ji teref rêxistinê ve hatiye kuştin neyê zanîn cesedê Sertîpî ji gorê derêxistiye. Her wiha hat dîtin ku pembû û bêzên ku li birîna Polatî hatibû pêçandin jî hatiye birin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.