Pkk Hat Îqazkirin
Cemîyeta Mustezefan a Şaxa Dîyarbekirê, îqaz kir ku eger êrîşên Pkkê bidomîn, xelkê berê çawa ji bo parastina xwe însîyatîf pêk anîye, ew ê dîsa însîyatîfê pêk bîne û ji encamên ku derên ew ê dewlet û Pkk mesûl bin.
Destekên ji bo Alî Adiyamanê ku di 27ê Tebaxa 2014an de li gundê Şaoya Farqînê di heyama ziyaretkirina merivên xwe de hatibû revandin û li ser bertekan di 31ê Tebaxa 2014an de jî serbest hatibû berdan dewam dikin.
Di heqê meseleyê de Cemiyeta Mustezefan a şaxa Diyarbekirê beyanatek weşand û bal kişand ser êrîşên Pkkê yên li herêmê.
Di beyanatê de hat îfadekirin ku eger êrîşên Pkkê dewam bikin, xelkê berê çawa ji bo parastina xwe însîyatîf pêk anîye, wê dîsa bi eynî şeklî însîyatîfê pêk bîne û wê ji encamên ku biqewimin dewlet û Pkk mesûl bin.
Di beyanatê de hat gotin ku qetlîamên Pkkê yên berê ku li ser kesên bi şexsiyeta xwe ya Îslamî dihatin zanîn hatibûn rastkirin, nehatine jibîrkirin û wiha hat dewamkirin:
“Xelkê bakurê Kurdistanê, ji bîr nekiriye ku Pkkê ji damezrandina xwe û heta niha, şer û dijminantiya bi Îslam û muqeddesatên wê re ji xwe re kirine hedef, li gundê Sûsayê girtine ser camiyê û musluman bi hev re qetlîam kirine, mayin xistine rêyan û gundî qetil kirine û girtine ser komelên Îslamî û Quran û kitêbên dînî şewitandine, ji alimên herêmê Şêx Zekî, bi îşkenceyê Mela Elî Elbahadir û di zemanê nêzîk de Ûbeydûllah Dûrna û Mehmet Ûğûrtay qetil kirine û gelek qetlîam û êrîşên din pêk anîne. Do kesên ku evan zulm û qetlîaman li xelkê kurdê musluman rewa didîtin, îro bi Mîtê re dest dane hev û zulm û qetlîamên xwe dewam dikin.”
Di dewama beyanatê de wiha hat gotin:
“Eger ew ê dewlet herêmê teslîmî Pkkê bike û Pkkê wek cendermeyê tayînî herêmê bike û bêje “çi halê we hebe a ji we re” bila vêya îlan bike da ku welatî li gorî wê parastina xwe pêk bînin. Eger ev helwest û êrîşên Pkkê yên dijminane dewam bikin û dewlet bi tewra xwe ya korr û kerrbûnîyê van êrîş û zulman bi awayekî tolere bike, ev xelk berê çawa ji bo parastina xwe însîyatîf pêk anîye û pêş xistiye, dikare însîyatîfeke nû bi pêş bixe. Di hildana vê însîyatîfê de, ji encamên ku biqewimin ew ê dewlet û Pkk mesûl bin.”
Di dawiya beyanatê de wiha hat gotin: “Mewlana dibêje “qencîyê biçîne da ku dema çinînê hat, bila tiştên tê berhev bike hebin.” Îro zihnîyeta ku ji qenciyê tu par nestendiye, xerabiyê diçîne û zibil bi ser wer dike. Em vêya bi bîr dixin ku dema çinînê bê, wan çi çandibe ew ê wê biçinin.”
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.