PKK li Kerboranê malek da ber guleyan: 2 mirî, 2 birîndar

PKK li Kerboranê malek da ber guleyan: 2 mirî, 2 birîndar

Li Kerborana Mêrdînê PKK malek da ber guleyan, di encama gule reşandinê de ji 4 kesên ku birîndar bûbûn 2 kes mirin.

Li kerboranê di Taxa Sarayê de PKK li mala kesek siwîl gule reşand. Di encama êrîşê de 4 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûbûn şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Birîndaran piştî midaxaleyên ewil sewkê Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê kirin. Lê digel  midaxaleyan ji wan 4 kesên ku birîndar bûbûn 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

 Gor agahiyên hatiye bidestxistin PKKyîyan li Kerborana Mêrdînê mala Necîm Kilinçî dan ber berikan. Dûvre roket avêtin  mala wî. Di encama êrîşê de Necîm Kilinç, jina wî û 2 qîzên wî bi şiklekî giran birîndar bûn.

Hat ragihandin ku Necîm Kilinç(65)  û qîza wî  Sabahat kilinç di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat ragihandin ku xetera jiyana dayîk û qîza wê jî didome. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.