Pkk: Xwîn, Şîddet û Faşîzm
Alî adıyamanê rojnamegerê ajansa xeberan a îlkeye, lı gundê şaoya farqînê jı alıyê mensûbên pkkê ve hat revandın. hedîseyê careke dın êrîşkarıyên pkkê yên berê yên lı ser kes û sazıyên dîndar bı bîr xıst.
Pkk ji kevneşopiya çepgîra marksîst e û zihniyeta wê ya ku “kesê wek te nafikire îmha bike” dişopîne. Bi vê zihniyetê li herêmê bi salan qaos û şîddet pêk anîne. Lê her car xwe davêje pişt peyva demokrasî û aşîtiyê.
Revandina Alî Adiyamanê rojnamegerê Ajansa Îlkeyê, careke din nîşan da ku Pkk di gotin û emel de ne rast e. Hedîseyê, êrîşên Pkkê yên berê careke din bi bîr xistin.
Par alîgirên Pkkê di meha Nîsanê de tehemmulî pîrozkirina mewlûda pêxember nekiribûn. Pkkya ku felsefa marks ji xwe re kiriye bingeh, ji xelkê kurd re xerîb bûye û ji roja ku hatiye avakirin heta niha dijminantiya Îslam û muqeddesatên xelkê kurdên musluman kiriye. Par dîsa bi sîlehên otomatîk êrîşî medresa li Erğanî kiribû. Çendakî berê jî li Çolîgê êrîşî medreseyê kiribû.
Di meha remezanê de molotof avêtin komelên ku li wan sohbetên îslamî dihatin kirin û dersa Quranê dihatin dayîn.
Nexasim piştî avabûna Huda Parê êrîşên xwe zêde kir. Li Daraqola gundê Licê, bi sîlehên otomatîk girtibûn ser maleke ku raya xwe dabûn Huda Parê û xwestibûn ku endamekî Huda Parê birevînin. Di êrîşê de du kes birîndar bûbûn. Paşê temsîlkarê Huda Parê yê Pîrana Diyarbekirê hatibû revandin, li ser bertekên zêde serbest hatibû berdan.
Dîsa di eynî heyamê de li Kerboranê Mehmet Oğurtayê 62 salî ku bi dîndariya xwe dihat zanîn û bi salan li gund xwe li ber Pkkê netewandibû, bi destê mensûbên Pkkê xaînane hatibû qetilkirin.
Alîgirên Pkkaya orguta marksîst jî, li Wanê weka eşqiyayên rêbir êrîşî qîz û jinên ku ji mitînga Huda Parê vedigeriyan kiribûn. Pêl urf û adet û terbiya xelkê kurd kiribûn.
Digel ewqas êrîşkariyan jî muslumanên kurd, bi aqlê selîm hereket dikin. Feqet çeteya Pkkê guhnade hizûr û silametiya xelkê kurd, dewlet jî bi navê Pêvajoya çareseriyê weka ku herêm terkî însafa Pkkya li ser zihniyeta xwîn û şîddet û faşîzmê dike.
Revandina rojnamegerekî zihniyet û êrîşkariya Pkkê nîşan dide.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.