PKKê li Xakurkê 14 stargehên din vala kir
Hat ragihandin ku PKK/KCK 14 stargehên din li Xakurk a Herêma Kurdistanê vala kiriye.
Li gorî nûçeyên ku çavkaniyên ewlehiyê dispêrin wan, li gorî vîzyona "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî", hewl tê dayîn ku wargehên ku ji bo ewlehiya Tirkiyeyê talûkeya pevçûnê çêdikin werin valakirin.
Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku li Xakûrkê Cîger Tepe, Şerîf, Alîşer, Kendekola, PAJK, Baran Cephanelîk, Hînere/Nexweşxane, Terzixane, Mazlum Dogan, Pratik Yönetim, Cephanelik, Yusuf-Asayiş, Hemincu, Şewalcu û Cesurê jî di nav de 14 qadên din hatin bicihkirin.
Li gorî agahiyan, deverên ku behsa wan tê kirin di 18ê Mijdarê de hatine valakirin. Hate diyarkirin ku şikeft û stargehên li van deveran ew ê ji aliyê Wezareta Parastinê ve bên bêkêrkirin.
PKK/KCK di 8ê Cotmeha 2026an de stargehên Hebat, Yack, Sebrî û Sasonê yên li herêmên Metîna û Baze yên Herêma Kurdistanê vala kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.