“PKKyî hevalên xwe yên mirî diavêtin bîrê”

“PKKyî hevalên xwe yên mirî diavêtin bîrê”

Welatiyekî di dema qedexeya derketina derve ya li Sura Amedê de tiştên ku bi çavên xwe dîtiye anî zimên û her wiha welatî diyar kir ku PKKyî di dema qedexeya derketina derve de hevalên xwe yên mirî diavêtin bîrê.

Kesên ku ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve li navçeya Surê malên xwe terk dikirin diyar kirin ku PKKyiyan termên hevalên xwe yên kuştî di malên xerabe de bin erd dikirin û hinek ji wan jî diavêtin bîrê.

A.D.yê ku ji ber pevçûnên Surê ji navçeyê derketibû tiştên ku bi çavên xwe dîtibû anî zimên.

A. D. diyar kir ku li Surê ji bo derman kirina PKKyiyan derên wek revîr hene. Her wiha A .D. diyar kir ku li gel vê yekê li Surê aşxane, nivîsgeh, ciyê civînê û ciyên nobetên PKKyiyan hene.

A. D. bal kişand ku li Surê wek eskeriyê pergala nobetê neye. Dûvre A. D. axavtina xwe wiha domand: “Kesên ku me wan nas dikirin rûyê wan pêçandî, yên ku me nas nedikirin jî rûyên wan vekirî bûn. Ji ber ku ceyran tunebû jeneratoran bi kar tanîn.”

A.D, diyar kir ku li Surê bi zorî termê PKKyiyekî bi hevalekî wî dane şuştin. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Hevalê min dîndar bû. PKKyiyan zanîna ku ew dîndar e. Ji ber vê yekê ji bo ku hevalê min wî PKKyiyê bişû wî bi zorî birin. Gor agahiyên ku hevalê min anîye zimên dema ku çûne cem cesedê ew cesed pir bêhn daye. 25 roj bûye ku ew kes hatiye kuştin. Piştî vê yekê hevalê min jî ji Sûrê koç kir.”

A.D, diyar kir ku PKKyiyên li Surê di nabeyna 20-25 salan da ne. Di nav wan de tixtor jî hene.

 “Birîndaran tixtorê ku ehlê Lîceya Amedê bû derman dikir”

A.D, diyar kir ku di nav wan kesên li Surê de tixtorekê Lîceyî jî heye. A.D, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev tixtor nêzê 35-40 salî bû. Ciranê min diyar kir ku ev tixtor Lîceyî ye. Ew tixtor bi rih û qedê wî normal bû. Dema ku birîndar çêdibûn ev tixtor wan derman dikir. Berê revîra PKKyiyan li Mardîn Qapiyê bû. Dema ku polêsan li wir girtin ew ji li wir çûn. Niha malekê wek revîr bikar tînin.”

 

 “Miriyên xwe ya di malên xerabe de bin ax dikirin an jî diavêtin nav bîrê”

A.D, axavtina xwe wiha domand: “Îro dema ku min ji hindir li derve mêze dikir 6 kes cesedekî xistibûn nav çarşefê wî dibirin. Dûvre min dît ku PKKyiyan dîwarên malekê xerabe qul kirin. Min berê fêm nekir ku çima wisa dikin. Meger ku miriyekê bin ax kirine. Ji xwe gelemperî kesên ku dimirin di nav malên xerabe de bin ax dikin.”

 “Em we bernadin, vegerin malên xwe”

A.D, terk kirina xwe ya navçeyê wiha anî zimên: “Rojekê min ji zarokan re hinek tişt amade kir û min got dê em ji vir biçin. Em derktin derve û em çûn mala cîranê xwe. Wan jî ji bo derketina ji navçeyê amadehiya xwe kirin. Em 3 malbat bi hev re ji Sûrê derketin. Em bi cîranên xwe re ji Mardîn Qapiyê derketin. PKKyiyekê bi çekî jî bi me re bû. Ew PKKyî ji me re got li vir bisekinin. Mezinê me heye. Gelo dê ew destûr bide we an ne. Deriyên malên wir hemî vekirî bûn. PKKyiyan  hewl dan ku me bixin hindirê wan malan. Min jî got nekevin hindir. Dibe ku bombe hatibin bicî kirin. Ew dixwazin ku me bikujin. Têketina hindir xeternak e. Em ew roj pir zivirîn. Dema ku em çûn cem PKKyiyekê wî got em bi serê xwe nînin. Berpirsyariyên me hene. Em we bernadin, vegerin malên xwe. Dûvre me dengen polêsan bihîst û em ji wir derketin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.