PKKyiyan pîrekekê giran birîndar kirin

PKKyiyan pîrekekê giran birîndar kirin

Li Diyarbekirê di bûyerên protestokirinê de komeke ku tê diyarkirin PKKyî ne ji berê ve gule li hewayê reşandin, di encama gule reşandina PKKyiyan de berikek îsabetî rûyê pîrekekê kir û giran birîndar bû.

Li Diyarbekirê di bûyerên protestokirinê de komeke ku tê diyarkirin PKKyî ne ji berê ve berik li hewayê reşandin, di encama gule reşandina PKKyiyan de berikek îsabetî rûyê pîrekekê kir û giran birîndar bû.Bûyer di derdora seat 19.00an de li Taxa Yunus Emreya Baglarê pêk hat.Li gor agahîyan navê pîreka ku giran birîndar bûye B.B. ye

Piştî ku pîrek birîndar bû re wê rakirin nexweşxanê.Dema ku pîrek li nexweşxanê tedawî didît hat ragihandin 3 jê pîrek tevde 4 kesên ku tê diyarkirin PKKyî ne hatine nexweşxanê û ji malbata pîreka ku birîndar bûye re zext kirine da ku bibêjin berika ku rûyê pîrekê ketiye a polêsan e.

Li bajêr di bûyerên ku duh derketin de Mehmet Bulakê 17 salî bi berika ku îsabetî serê wî kiribû jiyana xwe ji dest dabû.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.