PKKyîyan rê birî û 3 Tir şewitandin

PKKyîyan rê birî û 3 Tir şewitandin

Hat diyarkirin kesên PKKyî li navçeya Bazîda Agirî rê birîn û 3 wesayît şewitandin.

Hat diyarkirin ku duh êvarî di  dor saet 21.30an de komek PKKyî ji 5 gundan welatîyan kom kirin û bi tehdîtan rê bi wan dane girtin.

Hat hînbûn ku welatîyên gundî ji ber ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn tehtîdkirin ji naçarî çalakîya rê li dar xistine.

Ji teref Walîtîya Agirî ve di derbarê bûyerê de daxuyanîyek hat dayîn . Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku kesên PKKyî 10ê tîrmehê roja înê di saet 21.30an de ji gundan gundîyan berhev kirine û bi zore li wana  çalakîya girtina rê dane lidarxistin. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku kesên ku PKKyî ne, xwestine ku gundîyan ji xwe re bixin mertalê zindî.

Di daxuyanîyê de her wiha hat diyarkirin piştî ku çalaki xelas bûye kesên PKKyî 3 tir dane sekinandin û tevlî barên wan şewitandine.Li gor agahîyan di heman demê de di navbira PKKyî û eskeran de şer derketîye

Hat diyarkirin di piştî şer de 15 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin hatine bidestxistin..(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.