Platforma Evîndarên Pêxember lenet li Rojnameya Gundemê anî

Platforma Evîndarên Pêxember lenet li Rojnameya Gundemê anî

Platforma Evîndarên Pêxember ji Rojnameya Ozgur Gundema ku tê de heqaret li Hz. Muhammed dihat kirin re bertek nîşan da.

Her weke ku tê zanîn doh karîkaturek di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû weşandin ku tê de heqaret li Hz. Muhammed hatibû kirin.Ji ber vê heqareta ku hatiye kirin Platforma Evîndarên Pêxember  bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku da  lanet li rojnameya Ozgur Gundemê anî û bertekeke tund nîşanî heqareta ku hatiye kirin da.

Di daxuyaniya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatiye weşandin de wiha hat ragihandin: “Xwediyê vê zihnîyeta melûn ya ku di her firseta ku bidest dixe de  kîn û nefreta xwe tîne ziman herî dawî di rojnameya Ozgur Gundemê de   heqaret li hedîsa Pêxemberê me ya ‘Cennet di bin pêyên dêyan de ye ‘ kir û bêhediyê kir.Ev karîkatura ku bi destê Xelîl Încesuyê ve hatiye xezkirin û di Ozgur Gundemê de hatiye weşandin û  heqareta ku ji teref kovara Charlî Hebdo ve li Pêxemberê me hatiye kirin wek hevin.”

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Temamê raya giştî ji vê kîn û adaweta vê zihniyete re şahid e. Di sala 2015an de  Midûrtiya Polîtikayên Jinan a ku girêdayê Şaredariya Yenîşehîra HDPyî ye karîkaturên ku berî niha li Danîmarkêyê  hatibûn weşandin û di wan de heqaret li Hz. Muhammed hatibûn kirin li navenda bajêr bi bîllboardan ve daleqandibû. Her wiha dîsa ev zihniyet li Silopî û Diyarbekirê zîncîr destê pîrekên bi çarşef xistibûn û heqaret li tesettûrê kiribû. Dîsa di sala 2015an Şaredariya Îpekyoluya Wanê  li Parka Sanatê ya ku li ser Kolana Cumhuriyetê ye  pankarteke ku dijberiya Hz. Muhammed dihat kirin  daleqandibû.  Di pankarta ku hatibû daleqandin de nivîsa ‘EM NE EMATEN IN, EM JIN IN” hatibû nivîsandin ku bi vê gotinê ev hedîsa Pêxemberê me ‘ Jin ji we re emanetên Xwedê ne’ hatibû hedefgirtin.”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ev tiştên ku hatine kirin ji pîroziyên Îslamê re êrîş û heqaret in û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Zihniyeta ku bi komên bêexlaq re tifaqî kiriye  û di nava bêexlaq û rizîbûnê de ye ji rexekî ve di bin navê dîn de fealiyetan dike da ku xelkê Kurd ên misliman bixapîne û ji rexê din ve jî   di her firseta ku dibîne de heqaretî muqaddesat  û nirxên Îslamî dike û xwe ji vê jî nade paş. Ev heqaret û êrîşa ku tê kirin ne azadiya fikr û ramanê ye.Ev bi şikleke aşkere neyartiya Îslam û Pêxember e. Ev versiyona Îslamafobiya mehelî ya ku li Ewrûpa û Emrîkayê tê kirin e.Kesên ku van kiryaran dikin di heman demê de sûca nefretê jî dikin.”

Di dawiya daxuyaniya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatiye weşandin de ev bang li temamên Mislimanan hat kirin:

“Ey Mislimano! Çawa ku ku sahabe girêdayê Resûlê Xwedê bûn û lê xwedî derdiketin divê em jî bi heman awayî li hevdû xwedî derkevin.Heger em  Misliman li dijî van heqaretên ku tên kirin dengê xwe dernexin divê em ji bîr nekin ku ew ê Xweda Teala û Resûlê wî ji me gilîdar bin.Divê em musade nekin tu kes zimanê xwe li muqaddesatên me dirêj bikin.

Em wek Platforma Evîndarên Pêxember lenet li vê hereket û kiryarê tînin.Em bang li wan kesên ku di dilên wan de zerre mîsqal hezkirina Xweda û Pêxember heye dikin bila  vê rojnameya Ozgur Gundemê ya ku dijmintiya Îslam û Pêxember dike boykot bikin û vê  rojnamê tênexin mal û kargehên xwe .Her wiha ji bona şermezarkirin û lenetkirinê em bang li xelkê xwe yê Evîndarê Pêxember dikin da ku sibe beşdarî çalakîya ku ew ê bê lidarxistin bibin û bertekên xwe  li meydanan nîşan bidin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.