“Polês li min xist”

“Polês li min xist”

AMED - Hat idîakirin ku li navçeya Baglara Diyarbekirê civanê ku xwest biçe mala xwe û ji mala xwe hewcedariyên xwe hilîne ji teref polêsekê ve hat derbkirin.

Li navçeya Baglara Diyarbekirê ya ku di hinek taxên wê de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin ciwanek diyar kir hewl daye ku biçe mala xwe û hewcedariyên xwe ji malê hilîne. Lê ew ji teref polêsekê ve hatiye derbkirin.

Bûyer doh di derdora 11.00an de li navçeya Baglarê di hawîrdora çarêyanê de qewimiye. Bîlal Syê ku dûçarê lêxistinê bûbû destnîşan kir hewl daye ku biçe mala xwe yê li wir qedexe heye da ku hinek hewcedariyên xwe bîne. Lê di wê demê de polês bê pirs û bê pirsyar wî derb kiriye. Piştî vê yekê hinek polêsên din jî hatine li wî xistine.

Bilal S, belav kir ji ber ku dûçarê tûndiya polêsan bûye pozê wî şikestiye. Dûvre Bîlal S, axavtina xwe wiha domand: “Ji aliyekê ve PKK me ji mala me dike. Ji aliyekê din ve polês jî me derb dikin. Em li kî ewle bibin? Em ji kî bawer bikin? Daxwaziya min bes ew bû ku ez biçim mala xwe û ji wir belge û hinek eşyayên xwe hilînim. Min astengî dernexist. Ji mi xwestin ku ez biçim cem wan. Ez çûm cem wan. Dûvre tu tiştekê holê de tunebû li min xistin û pozê min şikandin. Dûvre heqaretê li min kirin.”

Her wiha hat ragihandin ku Bîlal S, çûye nexweşxanê. Li wir tedawî bûye. Dûvre tixtor ji bo 3 rojan rapor daye wî. (ÎLKHA)

Çavkanî: http://www.ku.ilkha.com/haber/3342/pols-li-min-xist

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.