Protesto Gûr Dibin

Protesto Gûr Dibin

Ev serê 4 hefteyan e ku îsraîl lı ğezzeyê jenosîd û rıhqelandınê rast dıke. lı welêt protestoyên lı ber wehşetê dewam dıkın

Ev serê 4 hefteyan e ku Îsraîla xusran li Ğezzeyê, jenosîd û rihqelandinê rast dike, ji behr û hewa û bejahiyê ve bi ser Ğezzeyê de, bombe dibarîne. Li ber van wehşetan jî bertek zêde dibin.


Li Stenbolê li camiya Fatîhê, pey nimêja înê qerebalixeke mezin qetlîamên siyonîst telîn kir. Bi alayên Filistîn û Misrê heta meydana Beyazîtê meşiyan. Ji bo şehîdên Ğezzeyê, nimêja cenazeyê kirin. Di beyanata medyayî de hat xwestin ku hemû peymanên bi Îsraîlê re bên betalkirin, hemû sefaretxane û balyozxaneyên îsraîlê bên girtin.


Li Xarpêtê jî jenosîda Îsraîlê, hat protestokirin. Di beyanata medyayî de hat îfadekirin ku di êrîşên siyonîstan de, hemû hêjayên însaniyetê tên tunekirin.
Li Baybûrtê 21 saziyên sivîl, bi beyanateke medyayî êrîşên Îsraîla leîn protesto kir. Tekbîr û slogan hatin avêtin. Di beyanata medyayî de hat gotin ku rejîma terorê, bi desteka hêzên emperyalîst xelkê ku bi birçîbûn û têbûn û bêîlacê nikare tune bike, dixwaze bi bombardiman û qetlîaman tune bike.


Li Edenê grûbekê xwest ku ji ber jenosîda Îsraîlê, rejîma terorê wek “welatê terorîst” bê îlankirin û heta ber serokbajariya Ak Partiyê meşiya. Grûba ku pirê wan jin bûn, li parka Înönuyê civiyan, nimêj kirin û ji bo Filistînê dua kirin. Di beyanata medyayî de hat xwestin ku sefaretxaneyên Îsraîl û Emrîkayê bên girtin.
Li Edenê li herêmeke din jî grûbekê fener xistin destê xwe û bi alayên Filistînê meşiyan, qetlîamên rejîma terorê protesto kirin.


Li Intabê endam û grûbên saziyên sivîl û komel û weqfan, wehşeta rejîma terorê telîn kir. Qerebalix beriya nimêja înê, li ber camiya mezin civiya, ji bo şehîdên Filistînê dua kir. Pey nimêja înê jî, di aleyhê Îsraîla melûn de slogan avêtin, ji bo şehîdên Ğezzeyê nimêj kirin.


Li Stenbolê Belediya Kağitxaneyê, ji bo bal bikşîne ser sûcê însaniyetê yê li Ğezzeyê, bi tîmên ku wê beşdarî festîvala dîlanên gelêrî ya navneteweyî ya 6an bibin re, Îsraîla rejîma terorê protesto kirin. Tîmên ku wê beşdarî dîlanên gelêrî bibin, ji ber belediyê heta meydana Kağitxaneyê meşiyan. Tîmên ku ji Îspanya, Letonya, Qanada, Romanya, Bûlğaristan û Qazakistanê hatibûn, tevlî protestoyê bûn.


Li Erdexanê jî di festîvala kultur û hingivê ya navneteweyî ya 15an ku ji aliyê belediyê ve tê rastkirin de, aşiqan li ber êrîşên îsraîla rejîma terorê nerazîbûna xwe nîşan dan, aşiqan ji bo êrîşan telîn bikin dan ber hev.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.