Protestoya Malbatê Sînan Vegerand
Li Diyarbekirê di 23ê Nîsanê de belediya Bdpê û rêxistina lîseyê ya ciwaniyê ya Pkkê bi hev re bi bihana pîknîkî, ji her mektebê 5-6 zarok biribûn Licê
Li Diyarbekirê di 23ê Nîsanê de belediya Bdpê û rêxistina lîseyê ya ciwaniyê ya Pkkê bi hev re bi bihana pîknîkî, ji her mektebê 5-6 zarok biribûn Licê. Li wir li ber înşaata qereqoleke leşkerî, tevlî protestoyê kiribûn û ji wan 25 heb teslîmî Pkkê kiribûn.
Li ser vê yekê malbata Sînan Böçkümê 15 salî, li mehela Fîskayayê kon vedabû û dest bi protestoya rûniştinê kiribû. Hinek saziyên sivîl yên civakê jî destek dabûn wan.
Dê û bavê Sînan, gelek caran îfade kiribûn ku gedê wan bi zorê revandinê çiyê û heta ku neyê berdan ew ê dev ji protestoya xwe bernedin.
Her wiha di revandin û şandina kurê xwe ya çiyê de, îdarevanên belediya bdpê û serokê wê sûcdar kiribûn. Şandina zarokekî 15 salî ya çiyê, li hundir û derveyê welêt deng dabû û bûbû sebebê rexneyan. Hevserokê Bdpê Selahattîn Demîrtaş digot ku zarok bi îradeya xwe çûye çiyê.
Piştî 13 rojan kurê wan Sînan hat berdan. Do bi şev bi awayî çavê wî girtî bi wesayîtekê ew danîn ber mala wan. Hat gotin ku ji ber ewlehiyê, şevê li mala merivên xwe derbas kir. Danê sibehê ji bo dana îfadeyê ew birin emniyetê. Hat îfadekirin ku rewşa sihheta wî baş e.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.