Protestoyên Li Misrê
Bı mınasebeta salvegera qetlîamên meydana rabîatul adewıyye û nahdayê, lı seranserê mısrê lı ber derbeyê, protesto hatın rastkırın. hêzên cûntayê mıdaxela protestoyan kır. dı hedîseyan de 7 kes hatın qetılkırın, 63 kes jî hatın bınçavkırın.
Bi minasebeta salvegera qetlîamên Rabîa û Nahdayê, li gelek bajarên Misrê protesto hatin rastkirin. Li ser gaziya Hereketa Îttîfaqa Mîllî û grûbên din ên dijberê derbeyê, li paytext Qahîre, Îskenderiyye, Buheyra, Sûhac, Benî Suweyf, Dîmyat û Feyyûmê protesto hatin lidarxistin. Di meş û protestoyan de resmên Muhemmed Mûrsiyê serokcimhûrê hilbijartî û sembola Rabîayê hatin hilgirtin, derbeker Sîsîyê qûqla hat telînkirin.
Li paytext Qahîreyê, protestovanan bi armanca qetlîamê nîşan bidin boyağa sor bi destê xwe dan û ber bi Medînetun Nasirê ve meşiyan. Li Ebû Suleyman, Es-Sûyûf û Bûrcûl Ereb ên herêmên Îskenderiyeyê, meş û protesto hatin rastkirin. Li dijî derbeyê slogan hatin avêtin.
Li bajarên Buheyra û Sûhacê yên deltaya Nîlê, zencîra însan hat rastkirin, ji bo heyfa Rabîa û Nahdayê slogan hatin avêtin. Di protestoyên Benî Suweyfê de jî hat xwestin ku kesên emrê qetlîaman dane bên mehkemekirin.
Li Qahîreyê, hêzên cûntayê midaxele kir. Di hedîseyan de 7 kes hatin qetilkirin, 63 kes hatin binçavkirin. Li gorî şahidan hat beyankirin ku li gelek bajaran, ji ber midaxeleyên hêzên cûntayê pevçûn qewimîne.
Serokê Yekîtiya Alimên Dinyayê Yûsûf Qeredawî gazî kir ku hemû Misrî tevlî protestoyên dijberê derbeyê bibin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.