Protestoyên li Yemenê

Protestoyên li Yemenê

Li Yemenê alozî didome. Hûsî protestoyên xwe yên li dijî hikûmetê dewam dikin. Hûsîyan li Sanaya paytext rê ji wesaîtên leşkerî re girtin.

Li Sanaya paytexta Yemenê, Hûsî protestoyên xwe yên li dijî hikûmetê didomînin. Hûsîyan rê li ber çûnûhatina wesaîtên leşkerî re girtin.

Ji lîderên Hereketa Hûsîyan Muhemmed el Bûhaytî da zanîn ku Hûsîyan rêya firogehê girtine, ji lew marûzî şîddeta hêzên ordiyê bûne, Hûsîyan îcar rêyên li başûr û rojavayê Sanayê ji çûnûhatina wesîtên leşkerî re girtine.

Bûhaytî di heqê mohleta girtîbûna rêyan de agahî nedan û weha îfade kir: “Me xwestibû ku hikûmet bê xistin, rakirina qirara desteka dewletê ya ji bo benzîn û mazotê bê betalkirin, qirarên ku di konferansa dîyaloga mîllî de hatibûn dayîn bên tetbîqkirin. Li ber van daxwazên me deweletê tu tiştek nekir, li ber vê helwestê me gav avêt.”

Do di girtina rêya firogehê de hêzên ordiyê midaxela Hûsîyan kiribû û hedîseyan de kesekî can dabû, 40 kes jî birîndar bûbûn.

Ev serê çendakî ye ku li ser gazîya Ebdulmelîk Hûsîyê lîderê Hereketa Hûsîyan, li paytext Sanayê protestoyên li dijî hikûmetê tên rastkirin.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.