Provoqasyonên li zanîngehan didomin

Provoqasyonên li zanîngehan didomin

Di wan rojên beriya me de li ODTUyê êrîş li xwendewanên ku nimêj dikin hatibû kirin. Ev yek çavnebariya ku li Îslam û mislimanan tên kirin anîbû rojevê. Vî carî jî heman rewş li Entalyayê qewimî.

Konfederasyêna Komeleya Ramanan di her bernameya xwe de heqaret li îslam û miqedesatên îslamê dike. Niha jî ev komele hewl dide konferansa ku dê di Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Aqdenîzê ji teref Nurettîn Yildiz ve  were li dar xistin sabote bike.

Dê ji teref Nurettî Yildiz ve li Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Akdenîzê konferansa bi navê ‘Îtîdal Jiyane’ were li darxistin. Lê Konfederasyêna Komeleya Ramanan hewl dide ku vê bernamê sabote bike. Ji ber vê yekê ev komele di derhaqê vê bernameyê de afiş û biroşûrên xerab di kampusa zanîngehê de dialiqîne.

Wek ku tê bibîr anîn li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, Zanîngeha Enqerê, Zanîngeha Dîcleyê, Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê, ODTU û Zanîngeha Egeyê ji teref xwendekarên çepgir ve êrîş li xwendevanên dîndar hatibû kirin.

Tê ragihandin armanca Konfederasyêna Komeleya Ramanan ew e  bernameya ku ji teref Nureddîn Yildiz ve bi navê ‘Îtîdal jiyan e’  dê bê lidar xistin betal bikE.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.